Dewlet dev ji muxtar Komî bernade

Ayhan Komî yê ku sala borî ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ji peywirê hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû erkdarkirin, di hilbijartina 31’ê Adarê de careke din muxtariya taxa Suphanê ya Artemêtê qezenc kir. Komî îro careke din ji peywirê hate girtin.

Ayhan Komî di 15’ê Cotmeha 2018’an de ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî ji peywirê hatibû stendin û li şûna wî qeyyûm hatibû peywirdarkirin. Komî di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de careke din bû muxtarê taxa Suphanê ya Artemêtê.

Wezareta Karê Navxweyî bi hinceta doza wî ya ‘propagandaya rêxistinê’ îro dîsa muxtar Ayhan Komî ji peywirê stend.

Komî diyar kir ku îradeya gel careke din hatiye xespkirin û diyar kir ku li dijî hemû zextan wê bi gelê xwe re bin.