'Dewlet dejenerebûnê teşwîq dike'

Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Omer Kûlpû destnîşan kir ku ji ber hejarî û bêkariyê mirov xwe dikujin û got, dewlet mirovan teşwîq dike ku madeyên hişber bi kar bîne, qumarê bilîze, fûhûş û diziyê bike.

Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Omer Kulpû diyar kir ku delweta Tirk ne tenê şer bi çekê, heman demê qirkirina çand û civakê jî dike armanc û malbat hişyar kir.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Êlihê Omer Kûlpû ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku bi şewbê re aborî hê xirabtir bû, hinek dikandaran nekarîn tiştekî bifiroşin. Kûlpû da xuyakirin ku dikarandaran nekarî berhemên xwe bifiroşin, lê neçarî dayîna kirayê bûn û got: “Ji ber aboriyê bi hezaran kes bûn mexdûr. Gelek kesî ji ber nedana deynê xwe întixar kirin. Heta malbatekî me ya Êlih, li Stenbolê li gel malbata xwe întixar kir. Ciwan bê kar in. Karsaz jî ji ber nekirina kar neçar dimînin ku ciwanan ji kar derxin.”

DI NAVA MALBATAN DE ARAMÎ NEMAYE

Kûlpû anî ziman ku berê ji Batmanê ji bo xebatê berê xwe didan bajarê Tirkiye, lê êdî vê jî tercih nakin û wiha domand: “Ji ber ku li wir jî rewş heman e. Li wir jî aborî xirab e. Ji ber bêkarî û pirsgirêkên ji ber wê derdikevin, di nava malbatan de pirsgirêk derdikevin. Aramî di nava malbatê de nemaye. Deyn nayên dayîn, ji ber deynên qertên krediyê deynên bankan hene û ev jî aloziyek cidî çêdike.Bi taybet demê dawî ji hev cudabûn jî zêdetir bûye.”

POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ ÊN ŞER

Kûlpû îşaret bi polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a li bjar dike kir û got: “Sîstem ciwanan fêrî madeyên hişber û madeyên mîna wan dike. Bi rêbazên mîna xumar û diziyê li dorî sîstemê empoze dike. Ev polîtîkaya şerê taybet ê dewletê ye. Bi van rêbazan ciwanên me ji çand, dîrok û rastiya wan dûr dike. Van polîtîkayên qirker ên civakê pêş dixin.”

ŞER TENÊ BI ÇEKÊ NAYÊ KIRIN

Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Omer Kûplû got: “Dewleta Tirk bi çekê tenê şer nake, heman demê qirkirina çand û civakê jî dike armanc. Ji bo van polîtîkayan kesên pispor û kesên perwerdekirî erkdar dikin. Madeyên hişber, xumar, dizî, fuhûş û xirabiyên mîna van ji aliyê van kesên pispor û perwerdekirî ve tên organîzekirin. Dîsa jinên ciwan û bi gefên cuda tên xistin, pêşiya asîmlasyona çandî û civakî vedike. Tişta em ji malbatên xwe dixwazin ew e ku, xwe û zarokên xwe li hemberî van polîtîkayan hişar bigrin û biparêzin. Divê em dengê xwe û helwestên xwe yên li dijî vê bilind bikin. Ji bo xwe tenê hîs nekin û bidin hîskirin ku em li gel wan in, pir girîng e.”