Deverên ku her kes jê direviya Rizgar ber bi wir ve diçû…

Îro roja Rizgar e. Îro ew roj e ku milyaket û horiyên heft tebeqên erd û esman li ser rûyê erdê li hev civiyan û li benda rêwiyê koçber û lawê Mexmûrê Rizgar e.

Îro dîsa yek ji wan rojên ku bêy xatir bê xwestin rêwiyekî din ê bi kenê şermînî û nazik dikeve ser rêya azadiyê ye. Îro roja Rizgar e. Îro ew roj e ku milyaket û horiyên heft tebeqên erd û esman li ser rûyê erdê li hev civiyan û li benda rêwiyê koçber û lawê Mexmûrê Rizgar e.

Hemû horiyê cineta fîrdews îro bi çar çavî bi xemleke cuda çav li rêya Rizgar in. Li benda bejna zirav, esmerî, rû kenî û şepala wî ne. Ketine pêşbaziya dîtina wî. Cinetê îro deriyê xwe ji Rizgar re vekirî û bi ahengekî tev horî û milyaket ketine tewafê…

Rizgar ê di nava her cûre zorî û mêtîngeriya dagirkeriya dewleta Tirk çavê xwe li jiyanê vekirî û li ser rêyên koçberiyê mezin bûyî. Îro li pey doza azadiya koçberiyê êş û elemên gelên êş kişandî, ji bo raya giştî ya cîhanê vedibêje. Rizgar li Şengal e, Rizgar li Başûrê Kurdistanê ye, Rizgar berê xwe da Rojava niha li Dêra Zorê ye. Rizgar li her derê ye. Rizgar bûye milyaketekî yê ser rûyê erdê, ji vir fir dide diçe cihek din, ji wir baz dide diçe warekî din… Rizgar li her cihê ku êş û azar lê ye.. Rizgar bê sînor û bê westan e, li pey azadî û kesera dilê dilşewat e. Li pey kenê zarokên di bin êrîşên hovan de diger, hewl dide wêneyek ji wê bikişîne û çav nîşanî dinê bide. Li pey warê ku ji gemariya çetan hatî fetisandin bi çend kêliyan be nefesê bide jiyîn. Li warê ku her kesê çavê xwe ji bo mirinê lê girtî dibeze û difire. Cihê ku her kes jê direve û terka mirinê dike, Rizgar bi ken û kelecanî bi kamera û wênekêşa xwe baz dide. Cihê ku her kes pişt dideyê, Rizgar ber ve diçe. Ma ne ev e dihêle ku Rizgar bide jiyîn. Ma ne ev e êşa Rizgar kişandî ber bi wir ve dibe… Bila welatên afût ku mirovahiyê dadiqurtîne ji xwe şer bikin, hemû bibin yek jî mîna yeke weke Rizgar lê nayê. Hemûyan çavê xwe, pişta xwe dayê. Rizgar ber bi wê ve çû..

Rizgar ê beşekî mezinê jiyana xwe li wargehên penaber bire serî. Di vê rêwîtiyê de gelek êş û azar kişand. Her xaka ku berê wî diketê, para xwe ya êşê lê dida kişandin. Yek ji van rawestgehan jî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e. Mexmûr bi serê xwe sekna wê ya erdnîgarî ji girtîgehekê ne cuda ye. Di nava vê girtîgeha servekirî de Rizgar jî mîna hezaran koçber û zarokan li dijî mirinê serî hilda. Di vê rêwîtiya bi êş û ezab de me hev nas kir. 

Ciwanek pir bi aktîf û ji jiyanê hêvî. Çavên tim li lêgerînê û ji bo tevgerê her demê amade. Li bendê mayîn û rawestandin jê re tine bû. Çiqas bedew ewqas jî merd bû. Ji bo hevaltî ruh sivik û kêrhatî bû. Ji bo hevaltî û kedê hertim amade û ewqasî bi coş û kelecanî bû. Mîna kevokeke hertim berê wê li firê, bi ken û coşî bû. Xwedî kenekî bilind û bi kenê xwe ve mirov jî dikenand… Êşa welat û mihaciriyê heta hemû hucreyên xwe hîskiribû û di nav de ji bo azadî û xebatê kesirîbû. Bi vê êş û janê berê wî tim li lêgerînekî nû û ji bo tiştekê bide guhertin xwîna wî dikeliya…

Rêya Rizgarê min îro ketiye warê dilşewat û bazara jin û zarokan Tebqa, Reqa û herî dawî jî Dêra Zor. Bi coşa kar berê xwe dide rê û diçe. Bê ku li pey xwe binêre, berê xwe dide warê di bin destê û lingê zaliman de fetisî. Ma ne ew bû digot: “Heta dawiyê ez ê xwe biparêzim, lê ji bo wêneyek ku hemû rewşê bide guhertim bê ku dudiliyê û bifikirim ez ê di oxira wê de canê xwe bidim.” Rast e, tu di oxira wê de gihiştî şehadetê. Bila çavê te li pey te nemîne, te bi gotin û sekna xwe ya berxwedêr bi hezaran wêneyê jin û zarokên ji ber kefenê mirinê çirandî nîşanî tevahî cîhanê da. Te çavên li mirinê vegerand jiyanê.. bila çavê te li pey te nemîne wê bi hezaran Rizgar li ser şopa te ya rastiya heqîqetê bibin rêwî û karê te dimeşand bigihîne serketinê.

Lawê bi evîna welat dil tejî hesret û bi hêviya rojên xweş û geş ên li ser xaka dayik û bavan çav tijî evîn. Dinê li te jî xayîn derket. Ma ne hê zû bû, hê gelek rê mabû em pêve bimeş in û bi ken baz û bifirin. Ma ne hê gelek dar û kevir mabû em li bin rûnin û baxivin. Mexmûr, Şengal û Rojava ma wê çawa bikarin bê te razin… Îro tev li wan şîn e, girî û qîrîne. Ma tu dengê wan nabihîzî? Îro ez dikim qîr û hewar lê kes dengê min nabihîze. Dixwazim bigirîm, rondik nabarin. Kezeb dişewite nalîn jê nayê. Şengal, Xanesor, Til Izêr, Merqebê Şerfedîn çav li rêya te ne. Dewrê û Edulê li benda te ne… çavê tevan bejna te ye kengê silav bidî. Qamişloka rengîn xwe ji ber te xemilandiye. Çav kil û kezî hunandiye. Kiras û fîstanê gul gulî li ser bejnê berdaye xwar li hêviya te ye… Mexmûr çav hesret li dîtina te ye. Mexmûr çawa te rêkibû wisa çav li benda te ye. Mexmûr nikare te bi awayekî din bibîne. 

Mexmûra te bi toz êş û keserên xwe mezinkirî wê nekare bedena te ya di nava darbestê de ragire. Mexmûr te wisa nas nedikir, tu ew zarokê mîna cîva sekin û rawestan li te nebû, nas dikir. Îro mîna li nava darbestê asê mayî, li ser te rondikan dibarîne. Mexmûr a tevî hemû mercên jiyanî yê zor û bi kul nekarî te rawestîne, çawa dibe îro tu bêdeng berê xwe li Mexmûr digerînî. Mexmûr ew zarokê xwe yê bi bi tevger dixwaze. Na na, Mexmûr Rizgarê xwe dixwaze. Ew zarokê ku kolanê Mexmûrê ji xwe re kiribû mesken û li dijî wê jiyan qîr dikir, nabe îro wisa bêdeng lê vegere. Kes vê ji te qebûl nake… îro hemû heval û hogir li Mexmûr li benda te ne… Ev çend roj in, li ser linga li benda kesera dilê xwe ne. 

Ma me wê ew roj bidîta ku darbesta te li Mexmûrê bi çavên girî û dilşewatî pêşwazî bikira. Em li benda kenê te bû, îro dinê mat bûye. Şîna xwe dikin. De razê berxê dayika xwe…

De lorî lorî berxê dayika xwe lorî
Kurê min nexweş, birîndar e
Birîna wî pir xedar e
Dayika reben stû xwar e
Lorî lorî lorî lorî berxê min lorî
Dayika dil bi şewat gorî…..

Îro berxê dayika xwe Rizgar mêhvanê Mexmûrê ye, tu rehet razê… Tu bûye mêhvanê hevalên xwe Dilîşah û Hogir… tu gihiştî hevalên xwe, gihiştî mirazên xwe…