Dev ji leşkeriya dewletê qeriya û bû gerîlayê gelê xwe

Devrîm Dîgor ê 23 salî bang dike ku hemû ciwanên Kurd jî dev ji leşkeriya Tirk biqerin.

Ji Qers, Dîgorê ye lê belê li Stenbolê bi kedkarî mezin bûye. Ew jî yek ji wan ciwana ye ku ji bo Kobanê rabûbû ser piyan. Ji qijleya ku ew girtibûn û biribûnê çawa ku fersendê dibîne direve û tercîh dike ku bibe gerîlayê gelê xwe. Devrîm Dîgor ê 23 salî bang li gemû ciwanên Kurd dike ku leşkeriya Tirk red bikin.

Devrîm Dîgor sala 1994’an li navçeya Dîgorê ya Qersê tê dinê. Li Stenbolê mezin dibe. Bi Serhildana Kobanê re 2014’an di mehên dawî de tê binçavkirin, biryara girtina wî didin. Dema ku hîn dibin Dîgor leşkerî nekiriye li şûna girtîgehê wî dişînin qijleyê. Li Çanakkale û piştre jî li Licê leşkeriya bi zorê ya Tirk dike. Beriya ku leşkeriyê biqedîne tevlî nav refên gerîla dibe. Devrîm Dîgor nêzîkatiya li ciwanên Kurd ên di nav artêşa Tirk de rewşa ciwanên Kurd bi çîroka xwe vedibêje.

Malbat bi xaka xwe ve girêdayiye lê rewşa aborî neçar dihêle ku hê di zaroktî de ew biçine Stenbolê. Li bazaran û inşeatan dixebite. Her ku bi nav salan de diçe Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Tevlî nav xebatên ciwanên welatparêz dibe. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê 2014’an bi alîkariya Tirkiyê êrîşê dibe ser Kobanê ew jî tevlî çalakiyên bi pêşengiya ciwanên Kurd dibe. Tê binçavkirin û biryara girtina wî tê dayin lê ji ber ku ‘revokê ji leşkeriyê’ ye di cih de wî dişînin leşkeriyê. Pêşî wî dibine Çanakkaleye ji perwerdê derbas dikin û piştre jî wî dişînin Licê ya Amedê. Dijûnên ku li Çanakaleyê dest pê dikin li Licê gelekî zêde dibin.

DI CIHÊN MIRINÊ DE CIWANÊN KURD

Dîgor ji bilî dijûn, gef û kêmkirina wan bal kişande ser lîstikên bi zanebûn ên li ser ciwanên Kurd û dibêje: ‘’ Carekê hevalan çalakiyek li dijî qereqoleke Licê pêk anîbûn. Li cihê ku em lê bûn cihekî bi navê kuleya duyemîn hebû. Li wir bi giştî kes nedima. Tenê du nobedar li wir dihiştin. Her du nobedar jî tim Kurd bin. Bi zanebûn ciwanên Kurd bi rengê nobedar li wir dihiştin. Armanc ew bû ku ciwanên Kurd bixin hedefa gerîla û hem jî dixwestin malbata li dijî gerîla bi helwest bin. Li leşkeriyê baweriya bi ti ciwanên Kurd nayînin lê wan dişînin peywirê herî taloke. Bi mebesta ku ew bimirin wiha dikin.’’

KUŞTINÊ DIKINE XWEKUŞTIN

Dîgor diyar dike axaftina bi Kurdî jî dibe sedema dijûn û lêxistinê, Tirkîtî ‘nasnameya berz’ e û yên ku vê qebûl nakin û dijî vê derdikevin êşkenceyê li wan dikin û wiha didomîne: ‘’Gelek jê beriya ku rastiya dewletê nas bikin hatibûn û dema ku rastî didîtin ranedigirtin. Gelek caran tê gotin ciwanên Kurd di leşkeriyê de xwe dikujin. Tiştekî wiha tine. Kesek hema wiha ji ber xwe ve xwe nakuje. An bi destê xwe ciwanan dikujin an jî ji bilî xwekuştinê ti rêyeke dî ji wan re nahêlin.’’

JI BO WÊNEYÊ DEMÎRTAŞ KUŞTIN

Dîgor dibe şahidê kuştinekê. Hevalekî wî yê leşker ê bi navê Serhat hebû ku ji Semsûrê bû. Serhat jî weke Dîgor hem hay ji Kurdbûnê heye û hem jî dewleta Tirk nas dike. Ji ber ku di hesabê xwe yê medya civakî de wêneyê Selahattîn Demîrtaş par ve dike tê sûcdarkirin. Dîgor wiha didomîne: ‘’Bi sûcdarkirinê qîma xwe neyînin, jê re gotin ‘terorîst e’ û ew kuştin. Piştre li malbata wî geriyan û gotin ‘kurê we xwe kuştiye’’. Gelek bûyerên wiha çêbûn. Ji hemûyan re gotin xwekuştin. Lê rastî kuştin bû ne xwekuştin.

EZ NE AIDÎ WIR BÛM

Tişta ku bi serê me hatî ji hêla psîkolojiyê ve me nekarî ragirin. Doktoran rapora guherîna hewayê da min. Jixwe ez demeke dî li wir bimama an min ê xwe bikuşta weke ku wan gotî an jî wan wê ez bikuştama. Li min pir giran bû. Heqaretên ku li  min dikirin min nema dikarî ragirim. Min hay ji hovîtiya dewleta Tirk hebû. Fermandarê wan hişkere digotin, ‘’Kurdê baş Kurdê mirî ye’ û wiha kîn û hêrsa xwe ya mezin nîşan didan. Leşkeriyê bi rengekî vekirî bi min da çespandin  ku divê ez tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibim û rêyeke dî jî nîn e. Ez ne aidî wir bûm, ez li devereke şaş bûm.

BERIYA KU BIQEDE BI 3 MEHAN BER BI REFÊN GERÎLA VE

Beriya leşkerî biqede bi 3 mehan ji bo guherîna hewayê ez şandim malê. Çawa ku ez şandim malê bêyî ku bi derengî bikeve li Stenbolê tevlî nav refên gerîla bûm.

Niha ez pê şanaz im ku di nav refên têkoşînê de ji bo azadiya gelê xwe şer dikim. Ji serî de cihê ku divê ez lê bûma ev der bû.’’

BILA CIWANÊN KURD NEÇIN

Dîgor ji serboriya xwe bi rê dikeve û bang li ciwanên Kurd dike bila ji sînorên ku dewleta Tirk diyar kirine derkevin û leşkeriya Tirk nekin.