Destpêkê êşkence lê kirin, piştre sirgûn kirin

Yilmaz Ûçar, ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ji ber êrîşê ji serê xwe birîndar bû, sirgûnî Konyayê hate kirin.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê, roja 8'ê Tebaxê gardiyanan êrîşî girtiyan kiribûn û birîndar kiribûn. Yek ji girtiyên bû hedefa vê êrîşê Yilmaz Ûçar e. Ûçar ê ku 18 meh berê bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" hate girtin, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê hate kirin.

Xwişka Ûçar Remziye Ûnat li ser êrîşê agahî da û got, "Li vê derê timî êşkence li birayê min kirin. Çend roj berê dema êrîş kirin, serê wî ji çend cihan şikandin. Hê kêlên li serê wî nehatin vekirin, ew sirgûn kirin. Bi rêya telefonê pê re axivîm. Got ku rewşa wî nebaş e. Em ditirsin ku enfeksiyon bi birîna wî bikeve."