Deştî Axa: Artêşa Iraqê bi hêzê dixwaze herêmê ji Kurdan vala bike

Deştî Axa got, “Artêşa Iraqê nîva şevê davêjin ser malên xelkê sivîl ji bo ku ji tirsa dest ji zevî û malên xwe berdin, herêmê vala bikin û Ereb bi cih bibin.”

Şeva 19’ê Hezîranê hêzeke ya artêşa Iraqê bi ser gundê Pelîkane yê Kerkûkê de girt û Deştî Axa Dizeyî, kesayet û cotkarên gund destgîr kirin. Piştî nerazîbûnan hêzên Iraqê roja 21’ê Hezîranê berdan.

Deştî Axa Dizeyî têkildarî binpêkirinên artêşa Iraqê, kiryarên wan ên li herêmê û valakirina Kurdan a ji navçeyê ji ANF’ê re axivî.

Deştî Axa diyar kir ku artêşa Iraqê bi wesayîtên zirxî yên cûreya Hamer ên ser bi tugaya 4’an Lîwaya 32 û Firqeya 8’an ketin nava zeviyan xwestin amûrên çandiniyê têk bibin û got: “Ez çûm gel wan û min ji wan re got ku biçin navenda polîsan û li ser girtina daxwaznameyekê enceq wisa dikarin dest danin karê cotyaran û amêran têk bibin.”

Deştî Axa li ser binpêkirina mafan, valakirina gundên Kurdan ên ji bo Ereban û dîsa destgîrkirina xwe jî ev anî ziman: “Ew a ku li gundê Pelîkane pêk hat, beşek ji Erebkirina herêmê ye. Artêşa Iraqê şevê davêjin ser malên xelkê sivîl û zeviyên wan, ji bo ku ji tirsa zeviyên xwe û navçeyê vala bikin. Mîna rejîma serdema Baas hewl didin Kurdan li ser war û zeviyên wan bikin, erebên derdor li şûna wan bi cih bikin.”

Deştî Axa anî ziman ku ew ê li dijî Erebkirina herêmê li ber xwe bidin û got: “Em rê nadin ku Ereb li herêmê bên bi cihkirin. Heta yek dilop xwîn di laşê me de hebe, em ê parastina xaka xwe bikin. Her çendî artêşa Iraqê zextê li me bike em ê zêdetir li ser ya xwe bin, parastina xaka xwe bikin.

Deştî Axa destnîşan kir ku piştî 16’ê Cotmeha 2017’an û şûn ve rewşa Kurdan a li Kerkûkê wiha ye û wiha berdewam kir: “Rojane artêşa Iraqê di dema çandinî û çinînê de zextê dike. Artêşa Iraqê xelkê êşkence dike û armanca vê êşkenceyê jî ew e ku Kurdan ji cihê wan bikin û şûna wan Ereban bi cih bikin.”

Serokê Desteya Giştî ya Navçeya Kurdistaniyên Derveyî Vîna Herêma Kurdistanê Fehmî Bûrhan têkildarî mijarê ev got: “Karê hêza çekdarî parastina ewlehiya welat e, ne ku bavêjin ser cotkaran û destgîr bikin. Belgeyên Cotkarên Kurd ên xwediyên zeviyan rastin û rewan e. Mijar dagirkirin û destdanîna ser zeviyên Kurdan e.”