‘Desthilata Herêmê ji bo gel nebûye bersiv'’

Beşekî diyar ji rewşenbîr û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de daxuyaniyekî hevbeş dan û got: “Ev forma desthilatê ya ku li herêmê heyî binketiye.”

Di daxuyaniya rewşenbîr û rojnamevanan qala 7 xalên ku pirsgirêk û krîzên li herêmê li xwe digire, dikin. Di daxuyaniyê de ev tê gotin: “Herêma Kurdistanê di saet û demên zehmet û giran re derbas dike. Ti deman xelk weke îro hem di siyaseta xelet û hem jî dizî û bê berpisiyartiya desthiladaran de bi awayekî bê hêvî û aciz nebûn e.”

Daxuyanî wiha ye:

“Herêma Kurdistanê di saet û demên zehmet û giran re derbas dike. Ti deman xelk weke îro hem di siyaseta xelet û hem jî dizî û bê berpisiyartiya desthiladaran de bi awayekî bê hêvî û aciz nebûn e.”

Desthiledarên herêmê ku bi awayekî sîstematîk beşekî gelek a dahata neft, çavkniyên xwezayî bi talanî dibin, di bin navê dirêjkirina desthilata xwe de Kurdistanê ji krîzekê ber bi krîzeke din ve dibin hebûna gel û çarenûsa Kurdistanê bi van hemû krîzan ve di tarîtiyê de digre. Bi giştî ceribandinên siyasî nêzîkî ber bi îflasbûnekî temam ve biriye.

Rast e meseleya dabînkirina mûçe û jiyanekî birûmet, dîsa di vî demî de lêgerîna dahata diziyê gelek girîng e.

Xelkên herêmê daxwaza reforma aboriyê dike û dawî li diziyê anînê dike. Sîstemekî siyasî ya hemdem a ji hişmendiya desthilata eşîrtî û malbatî dûr dixwazin, her wiha dixwazin azadî û kerameta wan parastî be.

Êdî naxwazin aborî û mûçe weke çek û gef ji bo welatiyên Kurdistanê bê bikaranîn û xelkên me ji wan tiştan birûmetire.

Em weke welatiyên vê herêmê berpirsiyartiya xwe dibînin ku bal bikişînin li ser van xalên li jêr.

1- Ceribandinên salên berê îspatên damezirandina hikûmet, parlemen û desthilata dadweriyê ji bilî wan hersê damezirandinên formalîteyî ti tiştekî din ne bû. Desthilata rast ji derve li ser rûyê wan dezgayene pêwîstiya van dezgayan li ser bingehekî nîştîmanî ya hemdem bi nûkirinê heye.

2- Saziyên asayîşê, hêzên pêşmerge, Zêrevan, Antî teror, saziya îstîxbaratê, sazî û hêzên partiyan hinek caran kesîne û dest bi ser de girtine. Ji ber wê bi vî awayê heyî nikarin erkê nîştîmanî û netewî ya xwe bikin û erkê bingehîn bûye ferzkirinên desthilatiya PDK û YNK ya li ser hemûyan. Divê ev hemû hêzane bi awayekî nîştîmanî damezirînin û ji bin desthiledariya PDK û YNK’ê rizgar bikin.

3- Têkiliyên di navbera herêm û Bexdayê de bi salane li ser bingehê destkeftiyên partiyan têne çêkirin, berjewendiyên welatiyên Kurdistanê dikine qurban. Divê têkiliyên herêmê li gel Bexdayê pêwîste têkiliyekî hevseng be û mafê destûrî yê xelkê Kurdistanê bê ku mafê wan bê paşguhxistin û xwarin bê îspatkirin. Di demekê de ye ku li ser desthiledarên herêmê divê lehîstok bi çarenûs û mijandina xelkê Kurdistanê neyê kirin û li gel hikûmeta navendî di nava li hevkirinê de bin. Ev nayê wateya kar nekirinê ji bo bi hêzkirina aboriya nîştîmanî di çarçoveya sûd girtina ji aboriyê weke bingehekê ji bo xizmetkirina temamkirina qonaxa rizgarkirina nîştîmaniyê be.

4- Têkiliyên derve yên PDK û YNK’ê cihê fikarbûna welatiyên Kurdistanê ye, bi taybetî ya li gel welatê Tirkiyê û Îranê. Her yekê di aliyê desthilata xwe de ji xwer re kiriye beşekî ji stratejiyê, ew her du welat şerê bi wekaletî dikin ev têkilî ti wateyekî xwe nîne ji bo serweriya axa Kurdistanê. Weke nakokiyên dawî yên li Zînî Wertê ku bi eşkere û rasterast şopên destê Tirkiyê lê diyare; daxwaz dikin ku ev têkilî bi awayekî hevseng di çarçoveya di damezirandinên hikûmeta herêmê de bêne sererastkirin, serwerî û bê alîbûna Kurdistanê li berçavan bigrin.

5- Bê hêvîbûna xelkê Kurdistanê tenê çavkaniya xwe ji siyaseta xelet ya desthildariyê nagire dibe ku encamên ne hişmendiyekî ya ne hevsengiya hêzên dijber jî hebe, oposîsyonekî xwedî fikir û zanist ji bo derketina ji vê rewşê ne bûn alîkar, tenê li pey daxwazên xwe ne.

6- Hewlêr paytexta resen a Kurdistanê ye û wisan jî bimîne Hewlêr ne milkê wane ku gefa tirs û terorîsmê li bajêr ferz bike, qalkirin li navendîbûna bajêr jî weke cûrekî çavgirtin û xwe veşartin ji van tiştan ku beşeke ji dizî û rewşa li ser xelkê herêmê de hatî wan jê berpirsiyar dibînin.

7- Serhildana xwepêşandanan û nerazîbûnên welatiyên Dihokê bi salane ku PDK bi qeleya bi hêz ya xwe dizane îşareta hişyardayinê ye ji bo desthiladarên herêmê, heta ku ji wê bê agehdarbin nerzîbûn ne tenê di çarçoveya bajar û sînorekî coxrafî de destpê bike, dibe ku li asta Kurdistanê bi giştî ji vê awayê rêvebirinê aciz bin û ne razîbin.

Li vir em hişyariyê didin desthildarên herêmê ku rewş berbi teqînê ve diçe, bûyer jî wê bi her alî ve biçe ji vê yekê jî desthiledar jê berpirsin. Em xwe didin ber her cûre xebatekî ku medenî û civakî ji bo sererstkirina van xeletiyan. Divê desthilatên herêmê baş vê yekê bizanin û fêm bikin ku welat tenê bi hêz nayê bi rêvebirin.”

Navê rewşenbîr, rojnameger û nivîskarên ku daxuyaniya hevbeş dayin wiha ye:

1- Nivîskar û rojnameger Asos Herdî – Silêmanî

2- Mamostayê siyaset û têkiliyên navnetewî Dr Şêrko Kirmanc – zanîngeha Şarqe Îmarat

3- Lêkolînerê derbarê felsefeya siyasî ya li zanîngeha London Dr Dara Mihemed

4- Rêveberê Peymangeha Kurdî ya hilbijartinê Aram Cemal

5- Ebdulkerîm Heledînî – Silêmanî

6- Rojnameger Şiwan Mihemed – Silêmanî

7- Nivîskar û rojnameger Hîwa Seîd Selîm – Hewlêr

8- Mamostayê zanîngehê Dr Aram Refîet – Awûstûralya

9- Nivîskar û rojnameger Cemal Cilkî – Dihok

10- Mamostayê zanîngehê Dr Mihemed Elî – Silêmanî

11- Rojnameger û çalakvanên medenî Elî Mehmud – Hewlêr

12- Rojnameger Serdar Mihemed – Silêmanî

13- Nivîskar û rojnameger Hadî Heme Reşîd – Helebce

14- Nivîskar û rojnameger Letîf Fatîh Ferec – Kerkûk

15- Nivîskar û rojnameger Goran Celal – Hewlêr

16- Nivîskar û rojnameger Hîwa Omer – Hewlêr.