Desteya Oldaran a Şengalê nerazîbûn nîşanî PDK'ê da

Desteya Oldaran a Şengalê ji ber avakirina Meclîsa Bilind a Êzidiyan ji aliyê PDK'ê ve nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ew hemû biryarên li derveyî îradeya xelkê Şengalê red dikin.

Desteya Oldaran a Şengalê li ser avakirina meclîsek ji aliyê PDK’ê ve ya li ser navê Êzidiyan, daxuyanek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PDK dixwaze bi destê mîr û di bin navê Meclîsa Bilind a Êzidiyan de, hedef û armacên xwe ên siyasî pêk bîne û hate gotin: "Meclîsek ku em wek oldar, serokeşîr û xelkê Şengalê di nav de nebin, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ev demeke li ser Êzidiyan gelek plan tên kirin û Mîrê Êzidiyan Hazim Tehsîn Beg jî destekê dide van planan. Ji şûna Mîr li gorî berjewendiyên civaka xwe tevbigere, biryarên aliyekî siyasî û diyar pêk tîne. Ev talîmat û karên di bin sîwana Mîr de têne kirin, ne di berjewendiya Êzidiyan de ne û em wek oldarên Êzidiyan li dijî hemû biryarên ku bêyî raya xelkê Şengalê tên girtinin."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyakirin ku meclîsa hatiye avakirin, bi temamî ji aliyê PDK’ê ve endamên wê hatine hilbijartin û tu eleqeya xwe bi xelkê Şengalê re nîne.