Desteya Giştî ya 5’emîn a Şaredariya Binarê Qendîlê dest pê kir
Desteya Giştî ya 5’emîn a Şaredariya Binarê Qendîlê bi beşdariya 91 delege û nûnerên saziyan dest pê kir. Di Lijneya Giştî de wê Hevserok û Meclîs werin hilbijartin.
Desteya Giştî ya 5’emîn a Şaredariya Binarê Qendîlê bi beşdariya 91 delege û nûnerên saziyan dest pê kir. Di Lijneya Giştî de wê Hevserok û Meclîs werin hilbijartin.
Desteya Giştî ya 5’emîn a Şaredariya Qendîlê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdûllah di lijneyê de axivî û diyar kir ku şaredariya Qendîlê ji şaredariyên din re dibin model û ji ber ku Şaredariya Bînarê Qendîl bi derfetên xwe dişixule xizmetên mezin ji bo gelê Qendîlê kiriye.
Abdullah diyar kir ku şaredariyeke demokratîk, ekolojîk û xweser dikare serkeftinê bîne û got “Herî zêde Şaredariya Qendîlê nêzî vê modelê ye.”
Piştî nîqaş û nirxandinan wê di Lijneya Giştî de Hevserok û Meclîs werin hilbijartin.