Desteya Bilind a Hilbijartinê biryara referandûmê da

Desteya Bilind a Hilbijartinê ji bo referandûmê civiya û biryara dawî ya li ser referandûmê ragihand. Desteyê diyar kir ku sibê li Herêma Kurdistan û tevahiya navçeyên derveyî herêmê yên Kurdan wê referandûm were kirin.

Ajansa nûçeyan a Rojnewsê ragihand ku Desteya Bilind a Hilbijartinê piştî civîna xwe ya der barê referandûmê ku bi serokatiya Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kom bibû, daxuyaniyek da û 4 biryar dane.

Di daxuyaniya Desteya Bilind a Hilbijartinê de biryar hat dayîn ku roja Duşemê di 25’ê Îlona 2017’an de li Herêma Kurdistanê û tevahî navçeyên Kurdan ên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê (yên li ser maddeya 140) referandûm pêk were. Her wiha di civînê de belgenameya siyasî ya mafên giringtirîn ên pêkhate û baweriyên cuda pejirand û destxweşiya lijneya amadekar a belgenameyê kir.

Di daxuyaniyê de wiha jî hat ragihandin; “Biryar hat dayîn ku piştî referandûmê deriyê guftûgoyê ligel Iraq vekirî bimîne. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan û ji bo cîrantiya herî baş. Her wiha Encumeniya Referandûmê destxweşiya tevahî aliyên siyasî Kurdistanê kir ji bo biryarbûna wan a li ser pêkhatina referandûmê ya di dema xwe de.”

Li ser serdana şanda Herêma Kurdistanê ji bo Bexda jî wiha hat gotin; “Şanda Kurdî ku 23’ê Îlona 2017’ê serdana Bexda kir û guftûgo ligel aliyên Bexdayê pêk anî. Di serdanên şandeyê de hat diyarkirin ku Bexda ne niha û ne jî dema pêş referandûmê qebûl nake û bi temamî dijî referandûma serbixweyiya Kurdistanê bûye. Her wiha hewldanên Serokkomarê Iraqê û hemû hewldanên navdewletî hatine redkirin û bi ti şêweyekî nexwestine li ser serbixweyiya Kurdistanê guftûgo bikin.”

Di dawiyê de jî wiha hat gotin; “Her di civînê de hat diyarkirin ku Kurdistan wê di rola xwe ya rêveberiya şerê dijî DAIŞ’ê de dewam bike. Her wiha alîkariya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê dijî terorê de wê dewam bike.”