Dersim dişewite: Leşkeran gef li gundî xwar ku şewatê netefînin!

Li Dersimê gundiyan xwest agirê bi daristanê ketî bitefînin lê leşkerên Tirk gef li gundiyan xwar û nehiştin bitefînin.

Şewata ku li Dersimê di encama bombekirinên artêşa tirk a dagirker de derketî li Geliyê Avgasor, gundikê Balî, gundê Muşkirekê, herêma Kartanê, Çiyayê Sincikê, Çiyayê Xoşirûk, gundê Dîkenlî Mahmûd û Garîpûşagi her ku diçe mezin dibe.

Gundiyê ku duh ji bo tefandina şewatê çûyî herêmê, ji qereqola Geyîksûyû bi anonsan gef hatin xwarin ku kes neçe şewatê netefîne û demildest ji herêma şewatê dûr bikevin hatin kirin. Gundiyan ragihand ku ji ber gefên leşkeran nekarîne biçin herêma şewatê. Gundiyan bang kirin ku demildest divê destwerdan li şewatê bê kirin.

'BÊ NAVBER HERÊMÊ TOPEBARAN DIKIN'

Abdûlah Çinar ê ji gundê Muşkirek ragihand ku leşkeran li cihê lê rûniştî daristan dane ber agir. Çinar, got; “gelo ev ji şewitandina daristanê keyfê werdigirin? Bi rastî jî mirov wate nadê. Bê navber herêmê toebaran dikin. Em ditirsin, bi fikar in. rez û baxçeyên me hene. Ji bo tefandina şewatê divê demildest destwerdan bê kirin. “

'PEZKOVÎ Û XEZAL HERÊMÊ DITERIKÎNIN'

Çinar wiha derbirand: “Şevê din şewat berbelavtir bû û her ku diçe mezintir dibe. Li ciha ku daristan tuneyî jiyan jî nabe. Min bi çavên xwe dît, pezkovî û xezalên li herêmê radiqetin diçin. Heyf e, guneh e, zilm e ev tişta tê kirin!”