Derketina derveyî welat a Fatma û Mehmet Ocalan hate qedexekirin

Dewleta Tirk a dagirker ku di tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi israr e, niha derketina derveyî welat a Fatma û Mehmet Ocalan qedexe kir.

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve di çarçoveya kontrola edlî de derketina derveyî welat ya xwişk û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma û Mehmet Ocalan hate qedexe kirin.

Ji aliyê Miduryeta Serbesti ya Kontrolkirî ya Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve ji bo Fatma û Mehmet Ocalan agahdarname hate şandin û hate ragihandin ku derketina derveyî welat hatiye qedexe kirin. ANF’ê xwe gihand belgeyê û balkêşe ku biryara ji Fatma û Mehmet Ocalan heman rojê hatiye girtin.

Di agahdarnameya ku ji bo Fatma û Mehmet Ocalan hatî şandin de hinceta derketina derveyî welat biryara ku 7’ê Sibatê ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve hate nîşandan.

Di agahdarnemyê de tê gotin ku eger qûralên ku hatine diyar kirin pêk neyê dadgeh wê biryara ‘girtin’ yan jî ‘biryarek din a tedbîrê bigre’.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2011’an ve destûr nade ku Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û mafê hevdîtina endamên malbatê jî di çarçoveya politîkaya tecrîdê de xesp kiriye. Îlona 2016’an destûr hatibû dayîn ku Mehmet Ocalan demekî kurt Rêberê Gelê Kurd bibîne û herî dawî jî 12’ê Çileyê tenê çend deqîqeyan hevdîtin hatibû kirin.