Derket holê ku belgeyên şaredariya AKP’ê sixte ne
Piştî ku ANF’ê nelirêtiya li Şaredariya Tetwanê ya AKP’ê bi belgeyan îspat kiribû, derket holê ku belgeyên şaredariyê yê ji bo pûçkirina îddîayan belav kiriye, belgeyên sixte ne.
Piştî ku ANF’ê nelirêtiya li Şaredariya Tetwanê ya AKP’ê bi belgeyan îspat kiribû, derket holê ku belgeyên şaredariyê yê ji bo pûçkirina îddîayan belav kiriye, belgeyên sixte ne.
Di meha borî de ANF’ê destûra lêpirsînê ya Wezareta Karê Hundir a ji bo Şaredariya Tetwanê ya AKP’ê belav kiribû. Şaredar Fettah Aksoy civîna çapemeniyê li dar xistibû bû û îddîa kiribû ku ev nûçe û belge derew in.
Aksoy îddîa kiribû ku dîroka 23.08.2017 a ku di rapora mufettîş de hatiye danîn ya di nûçeyê de heye, aîdî sala 2011’an e. Aksoy diyar kiribû ku destûra lêpirsînê ya têkildarî wî ya di 25.10.2017’an de jî aîdî lêpirsîneke sala 2016’an e.
Di raporê de ya ku hatiye belavkirin ji bo Şaredarê Tetwanê Fettah Aksoy, Alîkarê Şaredar Abdulbakî Menteş û du karmendan destûra lêpirsînê heye. Di biryara neşopandinê ya şaredariyê de jî tenê navê Alîkarê Şaredar Menteş û navê 4 karmendan heye.
Hê lêpirsîn didome lê Aksoy ê AKP’yî îddîa dike ku wî xwe pak kiriye. Lê di biryara neşopandinê de ya ku Aksoy îddîa dike jî, navê Aksoy tê de tune.
DEREWEKE WÎ YA DIN DERKET HOLÊ
Di daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî ‘Parka Beravê û Karê Peyzajê ya Etaba 1’emîn a Tetwanê de’ Aksoy diyar kiribû ku ji bo vî karî ji 10 şîrketan re vexwendinname hatiye şandin. Lê ev tişt bi biryara dadgehê tê pûçkirin. Lêpirsîna bi hejmara 2016/1340 ne têkildarî van fîrmayan e.
Ango derketiye holê ku 10 fîrmayên ketine vî karî, ji aliyê şîrketa ku kar stendiye hatiye dîtin û di her karên xwe de dosyeyên van fîrmayan bi kar tînin.
Rêveberiya Şaredariya Tetwanê ya ku îddîa dikin wan karên bê isûl nekirine, ji bo betalkirina lêpirsîna li wan hatiye vekirin serî li dadgehê dan.