Derket holê 2 ji 4 kesên li Şengalê hatin girtin çeteyên DAIŞ'ê ne
Derket holê, 2 ji 4 kesên di dema êrîşa hêzên PDK'ê de ji aliyê YBŞ'ê ve bi saxî hatin girtin, endamên DAIŞ'ê ne.
Derket holê, 2 ji 4 kesên di dema êrîşa hêzên PDK'ê de ji aliyê YBŞ'ê ve bi saxî hatin girtin, endamên DAIŞ'ê ne.
Danê sibehê, bi êrîşa koma ser bi PDK'ê ya bi navê 'pêşmergeyên rojava' re li gundên Şengalê di navbera vê koma çekdar û hêzên YBŞ'ê de şer derketibû. Di vî şerî de 4 çekdarên vê koma PDK'ê bi saxî hatin girtin. Derket holê, 2 ji van 4 kesan Ereb in û berê di nava DAIŞ'ê de bûn. Li gorî agahiyên bi dest ketin, ev endamên DAIŞ'ê yên navên wan nehatin hînbûn, dema ku artêşa Tirk bi navê operasyona 'Mertala Firatê' Cerablûs dagir kir, ji DAIŞ'ê qut bûn û tevlî nava komên 'artêşa azad' bûn.
DI ENCAMA HEVDÎTINA BI ERDOGAN RE ÇETEYÊN DAIŞ'Ê DERBASÎ ŞENGALÊ BÛN
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, ev her du endamên DAIŞ'ê ji aliyê artêşa Tirk ve hatine perwerdekirin û tevlî 'pêşmergeyên rojava' hatine kirin. Çavkaniyan ragihandin, piştî ku Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir, komek ser bi odeya operasyonê ya 'mertala firatê' di bin navê 'pêşmergeyên rojava' de derbasî Hewlêrê hatiye kirin û ev her du çeteyên DAIŞ'ê jî di vê çarçoveyê de hatine anîn.
JINAN DOR LI NEXWEŞXANEYA XANESORÊ GIRTIN
Li Xanesorê, ku gelek ji çekdarên PDK'ê di şer de mirin û birîndar bûn, jin li ber PDK'ê rabûn, dor li nexweşxaneyê girtin û nerazîbûn nîşan dan. Çalakiya jinan dewam dike.
ÊRÎŞÎ ÊZIDIYÊN SIVÎL DIKIN
Li aliyê din, hat ragihandin hêzên PDK'ê bombeyan li gundên li rojhilatê Şengalê dibarînin û gelek sivîl li vir birîndar bûne. Li gorî agahiyan, sivîlekî ku navê xwe nehat hînbûn jiyana xwe ji dest daye.
FIKAR HENE CIWANÊN ROJAVAYÎ BÊN KUŞTIN
Di vê navberê de 80 ciwanên Rojavayî yên di nava koma bi navê 'pêşmergeyên Rojava' de cih digritin, nerazîbûn nîşanî êrîşan dan, çek danîn, lê belê rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê (Parastin) ew revandin cihekî ne diyar. Çavkaniyan diyar kirin, fikar hene ku Parastin van ciwanan bikuje û mîna ku di şer de hatine kuştin nîşan bide.