Deriyê Akademiya Ehmedê Xanî hat mohrkirin

Akademiya Ehmedê Xanî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat girtin, îro ji aliyê tîmên darayiyê ve deriyê wê hat mohrkirin.

Komeleyên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin, yek bi yek deriyê wan jî tên mohrkirin. Yek ji 94 komeleyên ku hatin girtin jî Akademiya Ehmedê Xanî ya li semta Hûzûrevlerî ya navçeya Peyas a Amedê ye. Akedemiya Ehmedê Xanî ji aliyê tîmên darayiyê ve hate mohrkirin. Tîmên ku bi polîsan re hatin komeleyê piştî hejmartina alavên li hundir, derî mohr kirin.

Akademiya Ahmedê Xanî di 2012'an de li ser ziman, dîrok û wêjeya Kurdî xebatên akademîk dimeşand.