Derî hatin vekirin, hejmara nexweşan zêde dibe

Li Îranê di pêla duyemîn a şewba koronayê de hejmara nexweşan zêde dibe. Vekirina deriyên sînor ên Wan-Îran û Colemêrg-Îran rê li ber metirsiyê vedike. Li Wanê hejmara nexweşan zêde dibe.

Li Îranê van rojên dawî di navbera 3 hezar û 500 û 4 hezaran de nexweşiyên nû yên bi vîrûsa koronayê ketine têne tespîtkirin.

Bi zêdebûna nexweşan re her roj bi dehan mirov dimirin.

Îran bi pêla duyan re behitiye, vebûna deriyê sînor ê di navbera Îran-Wan û Colemêrgê de dîsa bû sedema nerazîbûnan.

Nexasim li Wanê ji ber bêtevdîriya dewletê hejmara nexweşan bilez zêde dibe.

Li Wanê hejmara nexweşan gihîşt 600 kesî, heta niha 10 kes mirine.

Ji ber zêdebûna nexweşan 75 hezar kes di karantînayê de ne.

Bi dehan û hezaran kes bi navê karantînayê bi hêviya qedera wan ve hiştine.

Nikarin hewcehiyên xwe yên sereke jî peyda bikin.

Li gel vê jî vebûna deriyên sînoran dibe sedema tirsê.