Derbeya qeyûman hat şermezarkirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
Gelê Wanê li dijî dagirkeriya qeyûman meşiyan. Di çalakiyê de peyama “Em ê bi ti awayî destûrê nedin dagirkeriyê” dan.
Gelê Wanê li dijî dagirkeriya qeyûman meşiyan. Di çalakiyê de peyama “Em ê bi ti awayî destûrê nedin dagirkeriyê” dan.
Li Wanê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya ku bi sedan kes beşdar bûn de dirûşmên “Qeyûmê diz, ji Kurdistanê bicehime", “Qeyûm wê biçin, gel wê werin", “Gelê Wanê li vir e li cem vîna xwe ye” û "Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal rûmeta me ne" hatin berzkirin.
Destpêkê endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya axivî û diyar kir ku Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan vîna gelê Kurd in û anî ziman ku ew qeyûman qebûl nakin. Li ser navê TJA’yê Rojbîn Bor axivî û got: “Em berxwedana we ya 5 rojan a li dijî zilm û zordariyê silav dikin.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî diyar kir ku tevî êşkenceyê bi rojan e li kolanan li ber xwe didin û wiha got: "Li vir paramilîter û provokator hewl didin hêviyên gel ên aştiyê tine bikin. Ev gel wê weke cara din bersiveke baş bide we.”
Hevseroka Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak kesên ku bi rojan e piştgiriyê didin berxwedana Wanê silav kir û got, "Hêza berxwedana we têra serkeftinê dike."
Hevşaredara Bajarê Mezin Neslîhan Şedal herî dawî axivî û got, “Yên ku îro Wan desteser kirin bila ji dayik, jin û ciwanên me şerm bikin. Ji roja ewil ve li kolanan li ber xwe dan. Em ji vir careke din bang dikin; hûn nikarin me dagir bikin, hûn nikarin me tine bikin. Em Kurd in, em serbilind in. Ev der axa me ye û em ji vir naçin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, di dawiyê de mirin jî hebe em ê vîna xwe biparêzin.”