Denîz Firat tim li wî cihî bû ku bawerî pê dianî

Denîz Firat sala 2014'an dema ku rewşa liş eniyê ji Kurdistanê û cîhanê re bi wêrekiyeke mezin radigihand, şehîd bû. Bi pratîka gerîla, bi helwesta xwe û nûçegihaniyê mîrateyeke mezin hişt.

Em bi nivîsandina navê Denîz Firat dest pê bikin.  Piştre wê çîroka 4 jinên berxwedêr û rastiya şerê li Kurdistanê, rastiya jinên têkoşer, li Kurdistanê rewşa ku mirov nikaribe zarok bimîne, zext û zordarî, girtin û mirin lê tim berxwedan derkeve holê. Divê neyê vegotin, neyê jibîrkirin. Deniz Firat. Bi jiyana xwe rastiyeke wiha vedibêje, ku tam li naverasta welatê me Kurdistanê disekine. Dema ku DAÎŞ'ê Iraq û Sûriye xira kirî, talan kirî, mirov dikuştin hevrê Deniz Firat berê xwe dide Mexmûrê.

Denîz Firat sala 1984'an li Çaldiranê ya Wanê li nav malbateke welatparêz li nav berxwedanê jidayik dibe. Dewleta Tirk a dagirker bi rengekî sîstematîk êrîşê bi ser malbata hevrê Denîz de tîne. Malbat vê rewşê qebûl nake û li ber zilma Tirk li ber xwe dide. Piştî ku êrîşên Tirk zêde dibin dewleta Tirk a dagiker ji bo ku berê xwe dibin metroplan an jî Ewropayê dîsa berê xwe didin welatê xwe, Rojhilat. Malbata Deniz li dijî vê zilm û neheqiyê serî radikin, yek ji wan albatên pêşî ne ku zorê li wan dikin ku koç bikin. Malbat piştî ku derbasî Rojhilat dibe, xwîşka mezin a Deniz Binevş tevlî nav refên gerîla dibe. Li wir jî wan rehet nahêlin. Rejîma dagirker a îranê dê û bavê Deniz digirin. Li wir jî bi zilm û zextê malbatê rehet nehÊlin lê malbat dev ji helwesta xwe ya berxwedêr naqere. Deniz a ku dê û bavê wê hatin girtin, du mehan ew û xwîşka xwe Sarya bi hev re dimînin û xeberê ji dê û bavê xwe nastînin.

Hevrê Denîz li Rojhilat li gel malbatê sirgûn dibin. Ji bakur heta bi Rojhilat, ji Rohilat heta bi Başûr li nav sirgûn û koçê dimînin û êşa gelê Kurd bi hemû kûrahiyan dijî. Bi malbata xwe re li kampa Zelê bi cih dibin. Li Zelê ji ber bombebaran balafi4rên şer ên Tirk û birayê wê yê biçûk Delîl tedawî nebû, mirina biriyê xwe dibîne. Hevrê Deniz hê bi zaroktî bi êşan mezin dibe, li dijî dijminê mêtinger bi hêrs û kîneke mezin e.

Hevrê Denîz piştî ku sirgûnî Başûr dibin êrîşên PDK ya li ser îxanetê ya bi dewlet a Tirk a dagirker re a li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê dibîne. Piştî vê bi demeke kurt bi xwîşka xwe Sarya re dawî li vê şahidiyê tînin û tevlî nav gerîla dibin. Deniz a zarok e lê dîsa jî zû hînî hevrêyên xwe yên gerîla û jiyana gerîla dibin. Piştî şehîdbûna her hevalî zêdetir bi têkoşînê ve tê girêdan. Herî pir jî piştî şehîdbûna Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku yek ji pêşenga Arteşbûna Jinê ye, li nav gerîla zelal dibe.

Hevrê Denîz hê bi zaroktî dagirkerî û mêtingerî, tgirtin, êriş, komkujî û sirgûn dîtiye, jiyaye. Ji ber vê hevrê Deniz jiyan zû nas kiriye, zû jiyaye û zû pê derxistiye. Li gel sê xwîşkên xwe Binevş, Sarya û binevşa biçûk li nav gerîla jiyanê dibînni. Li nav gerîla bi kede dîtin û afirandina heyinê ye, honandina jiyanê ye.  Deniz jî bi çanda xaka xwe bi keda xwe lê mezin bûyî, li nav gerîla jî xwe bi kedê ji nû ve diafirîne.

Hevrê Denîz bi rengekî cihê bi ser gerîla, jiyana gerîla ve ye. Li ser vê rewşê wiha dibêje: ''Ez bêyî çiyayan nikarim bijîm, bêyî hevrêyan nikarim hilmê bistînim, bêyî kedê nikarim maneyê bibînim û bêyî têkoşînê nikarim bijîm.'' Deniz demeke dirêj li Qandîl, Rojhilat û Behdînanê û li dilê gerîla Botanê gerîlatiyê dike. Li kûdera ku diviya lê bûya, bi keda xwe li wir bû. Bi ked û hewldaneke mezin li nav gerîla hînî xwendin û nivîsê dibe. Her kêlî xwe ji bo têkoşîn û welatê xwe digihîne. Dibe xwedî hewldaneke domdar.

Hevrê Denîz xwedî helwesteke şoreşger e ku li nav gerîla hezkirina hevrêtî û gel berbiçav bûye. Dema ku coşî, moral û kelecanî tê gotin ên ku Deniz nas dikin pêşî navê wê dibêjin. Li gel vê, dema ku Deniz tê gotin, tê gotin, ''ya ku di cih de dike'', ''di cih de tevdigere''. Ev xasetên sereke yên jiyana Deniz in.  Hê dema zarok jî, ji ber ku ji nav Tevgera Azadiyê derbas bûye, li nav jiyaneke komun û kolektîf mezin bûye, çanda piştevaniyê iyane û ew li her deverê daye jiyîn. Her kes jê hez dikir, her kes bi rengê dil û gotina wê yek e nas dikir.

Hevrê Denîz di xebatên propaganda û ajîtasyonê de yên ku li ser xeta Rêber Apo û şehîdan tê kirin xwedî kedeke girîng e. Di xebatên çapemeniyê de bi israra li ser zimanê Kurdî û pratîka biryardar mohra xwe li ser gelek xebatên giring datîne. Bi kamêra û qelema xwe, weke Gurbetellî Ersoz, Şîlan Aras û Arjin Amed di çapemeniya jina Kurd de dibe nûnereke herî baş a xeta heqîqetê.

Hevrê Denîz beriya şehîdbûnê li Mexmûrê xebatên çapemeniyê dike. Piştî ku tevlî xebatên wi dibe rengê xebatên li wir diguhere. Moral û hêzeke mezin dide xebatan. Bi jiyana xwe, helwesta xwe li gel şerê giran a li Kurdistanê jî, bi pratîkê perspektîfa wê dide ku divê mirov nûçegihanek çawa be. Deniz ji ber girêdayîbûna wê ya bi şoreşê ji dil û can xebatan dike. Ranediwestiya. Li dijî şerê ku geş dibû tim dixebitî, ked dida, şêwaz, tempoya Apoyî bi xwe re pêk tîne û nîşanî hevrêyên xwe dide ku divê çawa bixebite.

Hevrê Denîz jiyaneke layiqî şehîdên leheng ku li ser rêça wan dimeşî, ji me re mîrat hiştiye. Piştî ku êrîşên DAÎŞ'ê bi ser Kurdistanê de tên, bi kamêraya xwe û qelema xwe li eniya pêşî hevrêtiya şervanan kiriye, ji ber ku milîtana Apoyî ye, di dema herî giran a şer de jî karê xwe herî baş kiriye û mînaka vê ya berbiçav heta şehîdbûnê jî domandiye. Piştî ku êrîş dest pê dike gavekê jî hevrêyên xwe tenê nahêle, bi jiyana xwe datîne holê ku divê mirov çawa dilsozî têkoşînê be.

6'ê Tebaxê dijminê mirovahiyê  DAÎŞ êrîşeke giran bi ser Mexmûrê de tîne. Bi van êrîşan re Deniz ji bo ku tiştên ku dibin qeyd bike, belge bike, radihije kamer,a telefonê.

Êrîş didomin. 8'ê Tebaxê ye. Ji bo ku dîmean bigire diçe mewziyên pêş. Êrîşan, şer careke jî ji bo hemû cîhanê radigihîne. Piştî ku diçe qada şer bi çend saetan ji aliyê ku Deniz çûyê dengê guleyan zêde dibe. Dema ku hevalên wê yên kar meraq dikin û pirsa wê dikin, dibêje ji bo axaftinê ne musaît e, divê rûdanê qeyd bike. Piştre yên ku têne cihê rûdanê, ji hevalên xwe re dibêjin ku hin es li vir birîndar in.  Yek ji birîndaran jî hevrê Denîz Firat e ku bi parçeyên şarapnelê jiyana xwe ji dest dide. Di bêrîka wê de nîşeya dawî ya nûçeyekê heye ku xwîn ketiey ser, wiha dersa herî girîng a nûçegihaniyê die jinan, ciwanan.

Mezinbûna berxwedana Mexmûrê bi kameraya  Deniz derbasî qeydê bûye.

Deniz Firat tişta ku li eniya şer dîtî, hîn bûyî, bi van gotinan ji hemû cîhanê re ragihandiye:

''Alo, dengê min tê?''

Dengê we nayê lê ez ê agahiyan bi we re par ve bikim. Em li Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ne. HPG, YJA Star û milîsên ji gelê Mexmûrê şerê çeteyên DAÎŞ'ê dikin. Bi qasî ku me şopandî, wesayiteke çeteyan hate rûxandine. Niha bi çekên giran derdorê bombe dikin.

Vê sibehê şer dest pê kir. Bi çekên giran, di navbeyna pêşmerge û çeteyên DAÎŞ'ê de şer dest pê kir. Lê beriya niha bi nîv saetê di navbeyna HPG, YJA Star û milîsên Mexmûrê û çeteyan de şer dest pê kir. Lê kurt ajot.

Li cihê ku em lê bûn pêşmerge nebûn. Tenê gerîlayên HPG û YJA Starê hebûn. Lê pêşmerge li aliyê jor bi çekên giran li çeteyên DAÎŞ'ê dixin û ji bo parastina wan.''

Piştî Denîz jinên Kurd ji bo ku mîrateya wê dewr bistînin hem li eniyan şer dikirin û hem jî şer radigand. Niha li çiyayên azad yên Kurdistanê û li qadên şoreşê peyrevên wê, ji bo ku li ser rêya wê bimeşin têdikoşin.

Denîz her ku mezin dibe dibîne, her ku dibîne hîn dibe, bi zanîn û daxwaz diviya li kûderê bûya tim li wir bû. 8'ê Tebaxa 2014'an li Mexmûrê, tam jî li wê deverê bû ku jê bawer dikir û diviya li wir bûya.