Denîz Firat li Wanê hate bîranîn

Rojnamevan Denîz Firat ku sala 2014'an di êrişa çeteyên DAÎŞ'ê de ya li ser kampa penaberan a Mexmûrê şehîd bû, li Wanê li ser gora xwe hate bîranîn.

Denîz Firat li taxa Xeçxatûnê ya navçeya Çaldiran a Wanê li ser gora xwe hate bîranîn.

Nûnerên Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, hevalên wê yên rojnamevan û malbata wê tevlî bîranînê bûn. Safiye Alagaş bi navê kesên tevlî merasîmê bûn axivî.

Alagaş got, "Denîz ji aliyê hêzên tarî ve hate qetilkirin. Lê belê ew li dijî tarîtiyê ji jinên Kurd û çapemeniya azad rêyeke ronahî vekir. Em li ser gora wê sozê didin wê. Em ê têkoşîna wê dewam bikin."

Serdar Altan jî got, "Ji bo bîranîna Denîz Firat em li vir in. Di heman demê de salvegera qetilkirina nûçegihanê Serêkaniyê yê rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz e ku 9'ê Tebaxa 1992'an hate qetilkirin û nûçegihanê Bedlîsê yê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ye ku 8'ê Tebaxa 1993'an hate qetilkirin."

Altan got, "Dema ku DAÎŞ'ê êrişî kampa Mexmûrê kir, Denîz Firat bi kameraya xwe li eniya herî pêş bû. Kêliyekê jî dest ji berxwedanê berneda. Dema ku êriş giran bû, ji bo kesên ku jê re digot ku divê vekişe wê got, 'Ez ê bi kameraya xwe şer bikim, hûn biçin'. Bûyerên li wir diqewimîn ji cîhanê re ragihand. Herî dawî şehîd bû."

Altan diyar kir ku Denîz Firat, Ferhat Tepe û Huseyîn Denîz parêzvanên çapemeniya azad bûn û got, "Em şopdarên wan û têkoşîna wan e. Me têkoşîn û berxwedana wan ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin."

Kekê Denîz Firat Seyat Yildiztan jî got, "Hevalên Denîz pênûsa wê li erdê nehiştin û wê nehêlin. Bi navê malbata wê em ê têkoşîna wê dewam bikin. Bila serê gelê Kurd sax be."

Piştre jî qurnefîl danîn ser gora Denîz Firat û dua hate xwendin.