Deniz Firat hate bibîranîn

Rojnamevanan li wargeha penaberan a Mexmûrê, şehîd Deniz Firat bi bîr anîn.

Rojnamevan şehîd Denîz Firat a ku li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dema ku nûçe dişopand ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat şehîd xistin, îro li wargehê ji aliyê rojnamevanan ve hate bibîranîn. Di merasîma bîranên de daxuyaniyek li ser navê rojnamevanan, ji aliyê rojnamevan Mizgîn Orhan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên sala 2014'an hate bibîrxistin û hate gotin, ''8’ê Tebaxa 2014’an de rêhevala me ya rojnamevan Denîz Firat ku êrişên DAIŞ’ê yên li ser wargehê dişopand û li ser şopa heqîqetê rastiya dihat jiyîn ji tevahî mirovahiyê re radigihand hat şehîd xistin. ''

Di daxuyaniya çapemeniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

''Tê zanîn ku rojnamevantî bi xwe ketina nav lêgerînên heqîqetê û buyîna şervanê heqîqetê ye. Rêheval Denîz jî him bi kesayeta xwe him bi lêpirsînên xwe yên jiyanê ku wê ber bi têkoşîna azadiyê ve bir, vê rastiyê ji dil de dijiya. Ji ber wê bi kesayeta xwe ya dil nizm, têkoşer û welatparêziya xwe ji me re bû çavkaniya hêz, mînak û morala herî mezin a bûyîna lêgerînvanê heqîqetê. Rêhevala me rojnamevan û şoreşger Şehît Denîz bi keda xwe ya giranbuha, bi pênus û dîmenên xwe bû yek ji şervanên heqîqetê ku di oxira lêgerînên azadiyê de heya dawiyê têkoşîn kir û rastiyê ji mirovahiya pêşverû re ragihand.

Tê zanîn ku ev konsepta qirkirin û tunekirinê ya ku bû sedemê şahadeta rêheval Denîz Firat îro jî berdewam dike. Lewra li çar aliyên Kurdistanê li ser hebûna Kurdan êrişek pir mezin ê ku hêzên faşîst û nîjadperest di binya konseptekî nû ya qirkirinê de dixin meriyetê mijara gotinê ye. Weke rojnamevanên ku li ser ked û mîrateya nasname û xeta çapemeniya azad ku ji Gurbetelliyan heyanî Denîzan, Nûjiyanan û Rizgaran hatiye avakirin, kar û xebatên ragihandinê dimeşînin erka me ya herî sereke, bi şopandina heqîqetê ragihandina rastiyê ye. Bê guman xwedî derketina keda wan encax bi pêkanîna erk û berpirsiyariya ku weke mîrate ew ji me re hiştine, gengaz e.

Li ser vê biryardariyê em carekê din di salvegera 7'an  şahadeta rêheval Denîz Firat de, tevahî şehîdên xeta ragihandina azad, tevahî şehîd û şervanên heqîqetê bi rêz û bi minnetdarî bibîr tînin. Soza xwe ya li ser şopa heqîqetê bilindkirina têkoşîna wan û pêkanîna armancên wan dûbare dikin.''
Piştî daxuyanî hate xwendin, dayîka Şehîd Denîz Firat Sultan Yildiztan jî axaftinek kir. Yildiztan destpêkê di kesayeta Şehîd Denîz Firat de hemû şehîdên çapemeniyê bibîranî û balkêşa ser têkoşîna Denîz Firat. Yildiztan anî ziman ku di vê rojê de xwişka şehîd Deniz Sarya jî, şehîd ketiye û got; “Di rojek wiha de şehadeta her dû keçên min ji bo malbatê êşeke pir mezine, lê heman demê ji bo me serbilindî û rûmete jî.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.