Denîz: Eger TC dixwaze êrîşî Qendîlê bike, bila keremke!

Yek ji fermandarên eniya Xakurkê Kendal Denîz li ser gefên dewleta Tirk ên ji bo êrîşeke li dijî Qendîlê got, "Bila fermo bên. Me gilî û gazin li dewleta TC nekir bê çima êrîş dike."

Yek ji fermandarên HPG'e yên eniya Xakurkê Kendal Denîz destnîşan kir ku li Xakurkê berxwedaneke xurt a gerîla heye.

Dewleta Tirk dixwaze êrîşên dagirkeriyê yên li dijî herêmên Bradost û Xakurkê girantir bike. Bi vê armancê hemû derfetên xwe seferber kiriye. Hêzên gerîla jî bi rêbaza fedayî li dijî êrîşan li ber xwe didin. Yek ji fermandarên HPG'ê yên eniyê Kendal Denîz ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku Xakurkê di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd de xwedî cihekî girîng e, lewma bi zanebûn êrîş li wir tê kirin.

Li ser gefên Serokkomarê Tirk Erdogan ku dibêje "Em ê biçin heta Qendîlê" fermandar Kendal Denîz got, "Bila kerem bikin, bên." Denîz diyar kir ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê gilî û gazin li dewleta Tirk nekirine bê çima êrîş dike û got, "Bêguman êrîşên dewleta Tirk wê bidomin. Wê bixwaze dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê mezintir bike. Her ku li pêşberî berxwedana gerîla encamê negire û li bin bikeve, wê êrîşkariya xwe girantir bike. Lê belê berxwedana gerîla wê dawî li desthilatdariya AKP/MHP'ê bîne."