Demîrtaş: Faşîzm wê têk biçe

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş got, faşîzma AKP-MHP'ê bi êrîşa li ser zindanan re dixwaz faşîzma 12'ê Îlonê ji nû ve bîne û destnîşan kir, ku faşîzm wê nikaribe xwe ji têkçûnê rizgar bike.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş bi bîr xist, ku di dema cûnta leşkerî ya 12'ê Îlonê de êrîşên gelekî giran hatin kirin; bi berxwedanê bersiv ji vê yekê re hate dayin û faşîzm hate têkbirin.

Demîrtaş diyar kir, ku berxwedana zindanê ew kevneşopî gihand serdema heyî û got, "Lewma, êrîşa faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser zindanan tê wateya ji nû ve zindîkirina faşîzma 12'ê Îlonê. Lê mîna wê wextê, nikare xwe ji têkçûnê rizgar bike. Li hemberî îradeya ku bi tecrûbe û ezmûna ewqas salan bûye hêzek ji pola, ti êrîşên faşîzmê bi ser nakevin."

DIVÊ RÊBAZA OCALAN ESAS BÊ GIRTIN

Demîrtaş işaret bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li zindanê kir û anî ziman, Ocalan berxwedana Mazlûm û Kemalan, bi form û zanebûneke nû gihand serdema îro.

Nûrettîn Demîrtaş da zanîn, ku Ocalan bi berxwedana 18 salan a li Îmraliyê, bi taybetî bi berxwedana 2 salên dawî ya li hemberî êrîşên dijwar ên faşîzmê, nîşan da ku divê bi çi rengî bersiv ji êrîşan re were dayin.

Demîrtaş ragihan, berxwedan bi vî rengî dikare were geşkirin û got, "Hem li zindanê hem jî li derve, divê ev xet esas bê girtin."

DIVÊ BERXWEDAN LI DERVEYÎ SÎNORÊ ZINDANAN BÊ KIRIN

Di dewama axaftina xwe de Demîrtaş anî ziman, ku rêbaza greva birçîbûnê ya li girtîgehan di nava van şert û mercan de rêbazeke encamgir nîne û destnîşan kir, ku berxwedana bi sekna rêxistinbûyî, zane û bi îrade, di serdema îro de hê bi wate ye. Demîrtaş ji ber vê yekê bang li malbatên berxwedêrên li zindanan kir:

"Berxwedan ne tenê li zindanan e. Îradeya ku li zindanê derkete holê, lazim e di nava civakê de jî bersiva xwe hebe. Ji ber ku êrîşa li zindanan parçeyek ji qirkirina civakê ye. Rejîma qirker dixwaze êrîşên xwe yên li ser civakê li zindanan jî bike. Lewma hê girîng û bi wate ye ku berxwedan li derveyî sînorên zindanan were kirin. Ev yek wê bêhtir encamgir be."

KESEK XWE VENAGIRE

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş bal kişand ser kevneşopiya berxwedanê ya tevgera azadiyê û anî ziman, ku ti kes ji ber êrîşan xwe ji vê têkoşînê venagire.

Demîrtaş got, "Em di nava pêvajoyeke berxwedana topyekûn a li dijî faşîzmê de ne. Pêwîste rêbazên me yên çalakiyan dewlemend bin."