Demîr piştî 2 salan û 70 rojî dîsa hete bicihkirin

Gerîlayê PKK'ê Cengîz Demîr ku ji şehîdgeha Bedlîsê hatibû derxistin û piştî 2 sal û 70 rojî cenazeyê wî dane malbatê, bi dorpêça leşkeran li Licê hate veşartin.

Malbata Demîr, 800 roj şûn de cenazeyê kurê xwe Cengîz Demîr ê ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin, li Goristana Gundê Fîsê ya Amedê di dorpêça maşînê zirxî de spartin axê.

Di 19'ê Kanûna 2019'an de li Goristaxa Xerzanê ya Gundê Oleka Jor ê Bedlîsê, 267 cenazeyên PKK'iyan hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Berê 16 cenaze teslîmî malbatan hatibûn kirin. Duh jî piştî encamên DNA'yê diyar bûn du cenazeyên din jî teslîmî malbatan kirin. Malbatan 800 roj şûnde (2 sal û 70 roj) cenaze wergirtin û birin gund. 
Malbatan Cengîz Demîr (Samî) ê di 1999'an de tev li PKK'ê bû û piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di îlona 1999'an de agirbesta yek alî ragihandin jiyana şehîd bûbû, cenazeyê wî ji Stenbolê anîn Amedê. Malbatê cenaze birin Gundê Fîsê yê Licêyê û li mizgefta gund piştî vecibeyên olî pêk anîn cenaze di bin dorpêça erebeyên zirxî yên eskerî de li goristana gund spartin axê. Endam û rêveberên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û gelek welatî beşdar bûn. 
Dema merasîmê nasname hatin kontrolkirin. Malbat wê ji bo kurê xwe li Mala Şînê ya Temira ya Taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê îro sersaxiyê qebûl bikin. Şîn wê sê rojan bidome. 
 
Malbata Huseyîn Doner (Sîdar Sîpan),wê cenazeyê kurê xwe Sîpan ku di 2014'an de li Kobaniyê di êrîşa DAIŞ'ê de şehîd bûbû wê li Doner li gundê Kûndûs ê Xîzan a Bedlîsê bi cih bike.