Dema qedexeya kêfî ya li Colemêrgê 15 rojên din hate dirêjkirin
Walîtiya Colemêrgê dema qedexeya kêfî ya çalakiyan a li bajêr 15 rojên din dirêj kir.
Walîtiya Colemêrgê dema qedexeya kêfî ya çalakiyan a li bajêr 15 rojên din dirêj kir.
Li gelek herêmên Kurdistanê qedexeyên kêfî bi rê û pêk dema wan tên direjkirin.
Herî dawî Walîtiya Colemêrgê qedexeya çalakiyan a li bajêr ji bo 15 rojên din dirêj kir.
Biryarên qedexeyê her 15 rojan carekê yan jî mehê carekê bi rengekî otomatîk ji nû ve tên dirêjkirin.
Tevî qedexeyên çalakî û xwepêşandanan li gelek herêman "rewşa ewlekariya taybet" hatiye ragihandin. Ev herêm jî li sivîlan qedexe ne.