'Dema di genetîka zindiyan de guhertin çê dibe vîrus belav dibe'

Bijîşk Erdal Sîpan diyar kir ku şewba korona malbatek mezin a vîrusan e û di laşê sewalên weke şevşevok, beraz, pisîk, kûçik, çivîk û mar de dibin sedema nexweşiyê.

Şewba Covîd-19 vîrûsa Korona ku meha Kanûnê li bajarê Wûhan ê Çînê derkete holê, li cîhanê belav bû. Li gelek welatan bergiriyên cuda hatin wergirtin.

Bijîşk Erdal Sîpan der barê Şewba Covîd-19 vîrûsa Korona de ji ANF’ê re axivî û ji bo civak xwe ji vê şewba Covîd- 19 biparêze agahiyên girîng da. Sîpan anî ziman ku şewba korona malbatek mezin a vîrusan e û di laşê sewalên weke şevşevok, beraz, pisîk, kûçik, çivîk û mar de dibin sedema nexweşiyê. Sîpan da zanîn ku dema di genetîka sewalan de guherîn çêdibe, derbasî mirovan dibe û got: “Pişî ku ev nexweşî derbasî mirovan dibe û piştî hin guhertinên din ev nexweşî ji mirovan derbasî mirovên din dibe.”

‘ŞEWBA KORONA NEHATIYE ZELALKIRIN’

Sîpan bibîrxist ku berî niha di sala 2003’an de korona vîrus bi navê SARS-CoV li Çînê derketîbû holê û wiha pê de çû: “Dema ku ev nexweşî derket holê bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da. Rêjeya mirinê ji sedî 10 bû. Li gorî lêkolînan hate aşkera kirin ku ev vîrus ji cureyeke pisîkan derbasî mirovan bûye. Di sala 2012’an de jî li Erebistana Siûdî şewba MERS-Cov Korona vîruseke nû ji hêstiran derbasî mirovan bû û dîsan gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Divê cureya vîrusê de jî rêjeya mirinê ji sedî 35 bû. Lê ji berk u zêde belav nebû pir kes pê nemirin. Di Kanûna2019’an de li Çînê li bajarê Wuhanê di gelek nexweşan de zatûre hate dîtin lê sedema nexweşiyê nedihat zanîn. Piştî lêkolînan di nexweşan de Korona Vîrus hate tespîtkirin. Ev vîrus weke 2019-nCoV hate binavkirin. Di serî de pisporan digot, ev nexweşî ji maran derbasî mirovan bûye. Lê belê niha hîn zêdetir li ser îhtimala şevşevokan tê rawestandin. Lê belê heta niha ev mijar nehatiye zelalkirin. Heta niha ev vîrus li gelek welatan di hezaran mirovan de hatiye dîtin. Bi sedan mirovan ji ber vê vîrusê jiyana xwe ji dest da ye. Kesên ev vîrus girtiye ji sedî 3-5 kes mirîne. Korona Vîrus bi navê 2019-nCoV li gorî nexweşiyên din zûtir li mirovan belav dibe. Li seranserî cîhanê her ku diçe kesên vîrus girtiye zêdetir dibin. Li hemberî vê jî her ku diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêdetir dibe.”

‘NÎŞANEYÊN ŞEWBA KORONA’

Sîpan destnîşan kir ku nîşaneyên şewba korona di nexweşan de cuda cuda tê dîtin û wiha dom kir: “Şewba Korona Vîrus weke nexweşiya persîfkê ye. Gelek caran av ji pozê nexweş tê, qirik û serî diêşin, nexweş dikuxwe û laşê nexweş germ dibe. Di hinek mirovan de jî bêtaqetî, emel, xesara gurçikan jî derdikeve holê. Her wiha carna jî nexweş bi rehetî nikare bêhnê bistîne û bide. Kesên ku pergala wan ya xweparastinê lewaz be, kesên ku nexweşiya kronik ên weke dil, pişik, kezeb û gurçikê bi wan re hene û kesên temendirêj û zarok nexweşiyên giran derbas dikin. Di van kesan de ev vîrus dibe sedema zatûre û bronşîtê. Kesên ku heta niha jiyana xwe ji  dest daye exlabe ev kesin. Ev vîrus bi tenê di pergela hilmijê de bi cih nabe, carîna rêviyan, kezebê, mejî û birikan jî digre.”

BELAVBÛNA VÎRUSÊ

Bijîşk Sîpan bilêv kir ku dema kesê bi şewba korona ketibe û bi kuxiya yan jî bêhnijî ev vîrus derdikeve derve û wekî dilopan di hewayê de asê dimîne û li ser mijara ku çawan derbasî mirovan dibe agahiyên girîng da: “Vîrusa koronayê bi hilmgirtinê û bi destan ji dev, çav û pozê me re dikeve laş û diçe li qirikê bi cî dibe, li wir xwe zêde dike û derbasî pişikê dibe. Derdora 14 rojan di qurikê de dimîne û dûre dibe sedema nexweşiyê. Vîrûs li ser kesên ku pergala wan a xweparastinê lawaz in zêdetir bandorê dike. Ên nexweşiyên kironîk bi wan re hene, zarok, ên kal û pîr, ên têra xwe nikarin xwarin û vexwarinê bigrin ango ên xizan nexweşiyê girantir derbas dikin an jî dimirin. Kesên ku heta niha mirine jî zêdetir ev kes in.”

PARASTINA JI KORONA VÎRUSÊ

Sîpan destnîşan kir ku heta niha ji bo tedawiya korona ti derman nehatiye dîtin û got: “Nexweşî gelek caran weke persifkê dest pê dike û bi xwe derbas dibe. Eger agirê laş zêde be divê bê daxistin. Nexweşên ku dema agirê wan danakeve divê ji nexweşiya korona bikeve şikê û biçin nexweşxaneyê. Kesên ku ji cihê nexweşî lê zêde hatibin an jî kesên ku bi nexweşan re temas kirîbin divê hişiyar bin. Heta niha tedawiya korona nehatiye dîtin. Li ser tedawiyê xebat didomin. Divê mirovên bi tendirust destên xwe yên neşûştî bi çavên xwe, bi pozê xwe û bi devê xwe nexin. Beriya xwarinê gere dest bi sabûnê bên şûştin û ji kesên nexweş dûr bê rawestin. Divê kesê nexweş ji malê dernekeve li malê rûne û ji bo nexweşî derbasî derdor nebe divê devê xwe bigre. Heke di wê kêliyê de destmal tine be nexweş gava kuxiya dikare milê xwe bide ber deve xwe. Bikaranîna maske dikare rê li ber belavbûna vîrusê bigire. Cihên ku destê nexweş lê ketibin divê were paqijkirin. Divê mirov her demê girîngiyê bidin paqijiyê û li ser paqijiya xwe rawestin.”