Dema destgîrkirina 9 kesan 4 rojên din jî hate dirêjkirin

9 kesên li Mêrdînê hatin destgîrkirin wê 4 rojên din destgîrkirî bimînin.

Ji 45 kesên di 27'ê Mijdarê de li Mêrdînê di serdegirtina gelek navnîşanan de hatibûn destgîrkirin 30 kes di 28'ê Mijdarê de hatin berdan. 
 
Li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê lêpirsîna li ser 15 kesan dewam dike. Hat xwestin ku dema destgîrkirina 9 kesan bi îfadeyên "şahidên veşartî" bê dirêjkirin. Dema destgîrkirinê ya Dayika Aştiyê Hevlet Oncu, Abdullatîf Zengîn, Adîle Zengîn, Burhan Abîç, Çetîn Elîk, Hamît Gungor, Fahrî Dogan, Mehmet Fatîh Ozturk û Hasîp Ozdemîr ên ku sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin, 4 rojên din hat dirêjkirin. 6 kesên ku dosyeyên wan ji hev cuda bûn û îfadeyên wan ên polîsan bi hincetên cuda hatin girtin sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên wan 6 kes bi daxwaza şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê hatin kirin. Dadger 6 kesên ku sewqî dadgehê hatibûn kirin bi şertê kontrola edlî serbest berdan.