Dema destgîrkirî qetil kirin, cenazeyê wî nedan

Li Amedê Xizmên Winada û ÎHD’ê çîroka Kadîr Yilmaz ê dema destgîrkirî qetilkirin vegot.

Xizmên windayan û Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li ser medya dijîtal di hefteya 596’an de aqûbeta windayan pirsîn.

Xizmên windayan û ÎHD'ê vê hefteyê aqûbeta Kadrî Yilmaz ê di sala 1994’an de polîsan ew di dawetê de destgîrkirin. û windakirin pirsîn.

Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Gurbet Yavuz, diyar kir ku Kadrî Yilmaz li dawetê ji aliyê polîsan ve hat destgîrkirin û wiha got: “Kadrî Yilmaz li Amedê dijiya. Di Nîsana 1994'an de çû daweta xizmekî xwe. Polîsan bi ser daweta li semta Rezanê de girt û Kadrî birayê Kedrî û kesekî di dawletê de 3 kes binçav kirin. Piştî wê carek din agahî ji Kadrî nehat girtin. Malbatê ji bo Kadrî Yilmaz ê li ber çavê sedan kesan hat binçavkirin, serbest bê berdan; serî li rayedaran da. Lê rayedaran ewil gotin Yilmaz dê bê berdan. 8 roj piştî bûyerê li Navçeya Licê 3 cenaze birin mizgeftê û piştre li çala pêş dibistana Herêmê ya Leylî defin kirine. Lê piştî malbatê çû lêkolîn kirin ditin ku yek ji kesê hatine definkirin Kadrî ye. Li gel ku malbatê tespît kirin jî dîsa cenaze nedan malbatê. Malbat hê jî di şopa cenazeyê kurê xwe deye û hê jî cenazeyê kurê xwe negirtine."