Dema destgîrkirî bû êşkence lê hate kirin, nebedî bû

Li Amedê xizmên nebediyan û endamên ÎHD'ê li aqûbeta Nûrettîn Yedîgol pirsîn, ku dema destgîrkirî bû êşkence lê hate kirin û hate nebedîkirin.

Xizmên nebedîyan û Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)  bi vîdeoyekê çalakiya bi dirûşmeya ''Bila nebedî werin dîtin, berpirs werin darizandin'' cara 603'yan domandin.

Endama Lijneya Rêveber a Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê Gurbet Yavûz çîroka Nûrettîn Yedîgol vegot ku 12'ê Nîsana 1981'an li Stenbolê dema ku hatî destgîrkirin, hatibû nebedîkirin.

Yavûz got Yedîgol ê 27 salî û ji Erzînganê 12'ê Nîsana 1981'ê dema ku bi ser mala wan de girtin hatiye destgîkirin, demeke dirêj êşkenceyeke giran lê hatiye kirin, dema destgîrkirî rapirsîna wî hatiye kirin hevalên wî ew dîtine. Yavûz got li gorî gotinên hevalên wî dema destgîrkirinê Yedîgol tazî bûye, nedikarî xwe li xwe bigirta, biaxiviya û di nav xwînê de maye û piştî vê careke dî kesî Yedîgol nedîtiye.

Yavûz got hemû serlêdanên ji bo dîtina Yedîgol bêencam mane, dema serlêdanan gotine Yedîgol nehatiye destgîkirin û ji dozên k hatine vekirin ti encam nehatiye standin. Dozgerê wê demê yê ku rapirsîn rê ve dibir Faîk Tarimcioglu ji malbatê re gotiye,''Biryareke girtinê ya li ser kurê we di dest me de heye lê em nabînin.''