Dem hatiye ku pêşî li rejîma Îranê bê girtin

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Botan destnîşan kir, ku pirsgirêka li Rojhilat pirsgirêka hebûnê ya bi hemû mafên xwe ye û got, "Serhildanên dawî nîşan didin ku dem hatiye pêşî li rejîma Îranê bê girtin."

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Rengîn Botan, xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê yên piştî kuştina du kolberan rû dan ji ANF'ê re nirxand.

Botan anî ziman, ti kiryarên ku fermana kuştina gelê Kurdistanê didin wê bê bersiv nemînin û got, "Ti gel mîna gelê Kurd nehatiye qirkirin. Xwestine Kurdistana bihuştê bikin diyarê miriyan. Bi dûrxistina ji axa xwe re hewl hatiye dayin, ku gelê Kurd ji xwe bê dûrxistin, çand û ziman bê jibîrkirin û bi birçîbûnê were terbiyekirin. Li hemberî van kiryarên li derveyî mirovahiyê, gelê Kurd ji bo hê bêhtir azad bibe, bibe yê xwe û hebûna xwe biparêzer, li ber xwe dide. Bi geşkirina têkoşîna azadiyê re wê teqez bi ser bikeve."

Rengîn Botan da zanîn, ku hêzên rejîma Îranê tevî ku ti sedem û mafê wan nebû jî, du kolberên Kurd kuştin û got, "Ji bo jiyanê tenê ew rê ji wan re hatiye hiştin. Ew mirovên bi şeref û namûs bûn, ku bi keda xwe dixebitîn û hewl didan jiyana xwe bidomînin. Lê belê di dema karê xwe yê ji bo debar û jiyanê de hatin kuştin. Fîşekên hatin reşandin ne tenê her du kedkar kuştin. Bi salane bi dehan, bi sedan, bi hezaran mirovên me bi vî rengî tên kuştin."

'ÊDÎ DEM HATIYE KU PÊŞÎ LÊ BÊ GIRTIN'

Botan bal kişand ser serhildana gelê Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê û destnîşan kir, ku ev dengê serhildanê tê wateya navê pêşîgirtina li vê rejîmê. Botan got, "Pirsgirêk, ji kolberiyê wêdetir pirsgirêka siyasî, çandî, aborî û hebûna bi rengekî azad a bi hemû mafan e. Gelê Kurd li ber vê bûyera dawî rabû û daxwaza mafên xwe kir."

DIVÊ POLÎTÎKAYA LI SER KURDAN WERE GUHERTIN

Rengîn Botan anî ziman, ku divê Îranê polîtîkayên xwe yên rê li ber neheqî û newekheviyê vedikin bên guhertin û ev bang li Îranê kir: "Pêwîste dewleta Komara Îslamî ya Îranê êdî bibîne, ku neçar e dawî li van pêkanîn û siyaseta xwe ya zilm û zextê bîne. Mirov li ber her şêwe neheqî û xisarên ku zîhniyet û siyaeta dewleta Îranê di nava civakê de vekiriye, radibin. Dewleta Îranê bi pêkanîna guhertineke bingehîn dikare xwe ji van pirsgirêkan rizgar bike. Girîng e dawî li siyaseta zordariyê bîne û bi naskirina hemû maf û nasnameyên civakî guhertineke nû pêk bîne. Di rewşeke berevajî de, çi zû çi jî dereng wê aqûbeta hemû rejîmên dîktator bi serê Îrane ve jî were."

GELÊ KURD BÊ XWEDÎ NÎNE

Botan diyar kir, gelê Kurd êdî bê xwedî, nezan û gelekî ku li ber koledariyê serî ditewîne nîne û wiha dewam kir: "Bûye gelekî ku xwedî hişmendiya azadiyê, îrade, hêz, rêxistinî û daxwaza têkoşînê. Dem hatiye ku hemû dewletên mêtinger vê rastiyê bibîne. Pêwîste her kes bi zelalî zanibe ku gelê me wê li hemberî êrîşên lê hatine kirin û lê bên kirin, bêdeng nemîne. Gelê me yê li Rojhilat xwedî hêza xwe ya parastinê ye. Ti dewlet û desthilatdariyên mêtinger wê nikaribin pêşî li parastina mafên vî gelî bigirin."

VEGER JI TÊKOŞÎNÊ NABE

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Rengîn Botan da xuyakirin, ku mafê herî xwezayî û rewa yê gelê Kurd e ku li dijî siyaseta vê rejîmê ya ku mirovan dikuje, dengê xwe bilind bike û got, "Pêwîste gelê me vê têkoşîna xwe her demî bike û heta encamê bigire bidomîne. Heta ku rayedarên dewletê yên ku du mirovên me kuştine bên darizandin û cezakirin, mirovên di xwepêşandanan de hatine binçavkirin û bi neheqî hatine girtin bên berdan, divê gelê me ji qadan dernekeve û çalakiyên xwe bidomîne. Heta ku ev daxwaz bi cih were anîn, girîng e gelê me daxwazên xwe yên rewa li qadan bîne ziman û bi her awayî çalakiyên demokratîk li dar bixe."

GIRÎNG E LI HEMÛ BAJARAN BELAV BIBE

Botan destnîşan kir, ku her demê bêhtir lazim e gel xwe li hev bigire, xwedî li hev derkeve û wiha dewam kir: "Gelê me yê Rojhilat li her devera lê ne divê bibin parçeyek ji vê têkoşînê. Divê Banê, Merîwan, Sinê, Kirmanşah, Mahabad û Bokan di berxwedanê de bi tenê nemînin. Lazim e ji Ûrmiye, Makû, Salmas, Xorasanê heta Tehranê li hemû bajaran rabe serhildanê. Girîng e gelê me ji aliyekî ve li ber xwe bide û daxwazên xwe yên demokratîk bîne ziman, li aliyê din jî xweparastinê xurt bike. Pêwîste li her çar aliyên Kurdistanê gel xwedî li vê berxwedana bi rûmet a gelê me yê Rojhilat derkeve û ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurd di vê pêvajoyê de bilind bike."

Rengîn Botan di dawiya axaftina xwe de işaret bi berxwedêriya jinên Kurd kir û xwest, pêşengiyê ji van serhildanan re bike.