'Dem dema têkçûna sîstema faşîst e'

Gerîla Dijwar Kûrtay diyar kir ku dewleta Tirk a ji aliyê leşkerî ve li bin ketiye, pala xwe daye êrişên psîkolojîk û got, "Bêguman wê ev tevger û gel, dewleta Tirk a dagirker têk bibe. Ev dem dema têkçûna sîstema faşîst e."

Yek ji gerîlayên HPG'ê Dijwar Kûrtay bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewleta dagirker a Tirk û got, "Di dîroka têkoşîna tevgera me de şerê giran û êrîşên giran ên dewleta dagirker a Tirk li ser gel û gerîla çêbûne. Di dema niha de jî şer bi rengekî dijwar tê kirin. Ev şerê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi ser neket, bi taybetî operasyonên wan ên ji bo tasfiyekirina gerîla pûç bûn. Êdî bi rêya şerê taybet dixwaze binketina xwe veşêre û xwe serketî bide xuyakirin. Ev rêbaza ku bi kar tînin ne tiştekî nû ye. Berê jî bi heman awayî êrîşên berfireh çêbûn. Di vê demê de hinek teknîk zêdetire. Lê her tim dewleta Tirk dema ku teknîkekî nû pêş dixe gelek propogandaya wê dike, lê wisa dernekeve. Bi derewan dibêjin 'em ê gerîla tasfiye bikin, em ê wan têk bibin'. Lê piştre eşkere dibe ku axaftinên wan ne rast in.

'CENGA HEFTANÎN RASTIYA WAN DERXIST HOLÊ'

Di vê demê de di kesayeta berxwedana Heftanînê de rastiya wan careke din eşkere bû. Bi heftan nikarîbûn cenazeyên leşkerên xwe û leşkerên xwe yên li herêmê winda bûn peyda bikin. Li hember teknîka wan, gerîla her tim xwe nû dike. Taktîkên nû diafrîne. Artêşa tirk dixwaze şikandina di nav leşkerên xwe de bi rêya teknîkê hêvî çêbikê lê encam nagre. Vî şerî li ser civakê jî pêk tînin. Dixwazin rastiyan berevajî bikin. Ev rejîm êdî di derew kirin û xapandinê bûye pispor. Axaftinên wan hev nagrin û bi nakok in.

'TÊKOŞÎNA RÊBER APO LI PÊŞIYA WAN DIBE ASTENG'

Li hember gerîla û gel zexteke mezin heye. Di her êrîşê de Rêber APO dikin hedef. Ji ber Rêber APO nûnerê vîna gelê Kurd e. Nûnerê têkoşîna azadiya Kurdistanê ye. Lê berxwedana ku Rêbertiya me raber dike, hêz û têkoşîna serketinê diafrîne. Di demên dawî de propoganda dikin û dixwazin hinek qadan bigrin, ev ne tiştekî nû ye. Berê jî ev êrîş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çêbûne, lê çi encam negirtin. Niha hinekî bi rêbazeke cuda nêz dibin. Lê xeyalên wan wê demê û niha jî xafin. Ji ber li hember dagirkeriya Tirk hêzeke xwedî vîn, bawerî, rêxistin, rêbaz, ferasetê şer û ya neteweyî heye. Ev êrîşên wan wê têk biçin. Em her ku têdikoşin her pêş dikevin. Dema Rêber APO destpê kir yek kes bû, lê îro em bi milyonanin. Esas a ku bi hêz bû tevgera me ye, ne dewleta Tirke. Ew berovajî dikin. Bi rêya van berovajiyan dixwazin bandoreke psîkolojîk li civakê bikin. Bi rêya girtin, binçavkirin û tecawizê dixwaze gel rastî zextekê bînê. Dewleta Tirk bi rêya şikandina hêviyên gel dixwaze bighêjê encamê. Lê rastî ew e ku weke gel û tevger hêviyên me ji bo serketinê pir mezinin. Tecruba û danhevên bi salan hatiye qezenc kirin. Gerîla wê dewleta dagirker li bin bixe.

'JI TIRSA XWE ÊRÎŞ DIKIN'

Li aliyekî din hewil dide gerîla ji gel qut bike, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê vê yekê dikin. Li ser gelê heremê êrîşên hewayî pêk tînin û heya niha gelek sivîl di encamê de şehîd bûn. Ev hewildaneke cudahî çêkirinê ye. Lê çawa di salên 90’î polîtîkayên wan vala derket wê îro jî vala derkeve. Wê demê berxwedan hebû, niha jî berxwedan heye û her diçe mezin bibe. Wê ev berxwedan dewleta dagirker têk bibe. Wek tevgera Gerîla hêviyên me di serketinê xurt in. Rejîma AKP-MHP ji ber tirsa têkçûnê van êrîşan dikin. Ji ber gelek bê adaletî, dizî û talan kirine gelekî ditirsin û bi vê tirsê êrîş dikin. Di dîroka cîhanê û şer de şerê bi tirsê tû carî serneketiye. Li hember wan jî tevgereke her ku diçê xwe bi rêxistin dike, mezin dibe heye. Helbet wê ev tevger û gelê bi hêvî dagirtî dewleta dagirker têk bibin. Ev dem dema têkçûna sîstema faşîst.

'VAN ÇIYAN GELÊN MAZLUM PARASTIYE'

Dewleta dagirker a Tirk êrîşên xwe bi awayekî xezeb dimeşînê. Zext û zulmeke mezin pêk tînê. Li cihekî ku bizanibê tevgera gerîla li wir heye bi dehan caran bombardûmanê dike. Vê mesrefê ku li vî şerî dike dikare wan mirovên li Tirkiye û Kurdistanê ji birça dimrin wan têr bike û rizgar bike. Lê ji ber tirs û xofa hilweşandinê bi awayekî xezeb êrîş dikin. Li çiyayên Kurdistanê bi sedan salan gelên mazlum li hember zaliman têkoşiyan û li ber xwe dan. Di dawiyê de bi ser ketin. Îro li çiyayên Kurdistanê gelek cih hene ku berê Xiristiyan li hember êrîşên Romê xwe parastine. 300 sal zêdetir têkoşiyane û xwe parastine. Îro dema em digerin em wan cihan dibînin. Tu hêzên dagirker nikarin van çiyan dagir bikin. Tu zalim nikarin hêviyên mazluman li çiyan bişkînin, îro jî wê nikaribin. Gelê Kurd bi sedan sal li van çiyan xwe parastiye. Li hember êrîşên qirkirinê her li berxwedaye, li ser piya maye, wê îro şunda jî dewam bike.

'TIRSA XWE BI XEYALÊN OSMANÎ DINIXUMÎNIN'

Dîsa gelê Aşurî jî heye, êrîş li ser gundên wan jî çêbû. Ew gel jî li van çiyan li berxwedane. Îro jî wê li ber xwe bide. Ew piskolojiya ku dixwazin ava bikin bi rêya zilmê û êrîşên hovane wê ew polîtîka li bin bikeve, wê encam negire. Ji ber yê esas kesên ku şopdarên azadiyê ne, yên ku ji bo jiyanê têdikoşin, gel û gerîla ye. Her qala sala 2023 dikin, ew tirsê wan dixwazin bi xeyalên Osmanî bixemlînin. Lê berevajî vê ew tirsa wan gelo wê ev komar heya 2023 li ser piyan bimînê? Ji ber ev sîstem ji her alî ve hildiweşe. Ketine tengasiyekî mezin û hewil didin bi rêya şer temenê xwe dirêj bikin. Ew bi xwe jî vê yekê dizanin.

'HÊVIYÊN GEL ÊRÎŞÊN WAN PUÇ DIKE'

Dewleta Tirk dizane ku şikandina hêviyên gel wê wan bibe encamê ji ber wê şerekî piskolojîk ya berfereh birêve dibin. Ev şerê piskolojîk ji êrîşên giran ên çekên pêşketî bi bandortire. Ev êrîş ji bombardimanên balafirên şer zêdetir rola xwe heye. Ji ber vê êrîşên piskolojî zêde dikin. Lê li hemberî berxwedan gel, hêviyên gel, xeta Rêber APO wê têk biçin. Weke tevger bi fikrê Rêber APO bi dehan şoreş hatine avakirin. Ji jinan, ciwanan, gelê cîhanê, gelê bindest û heremê ve ev fikir bûye hêvî û her ku diçe ev hêvî bi berxwedana gel û gerîla wê bighêjê serketinê. Yê ku têk biçe rejîma dagirkere. Çi rejîmeke faşîst xwe li ser lingan negirtiye. Her gel û şoreşa gel bi serketî ye. Îro jî yê ku bi ser keve berxwedan û hêviyên gel ji bo azadiyê ye."