‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’

Kurdistaniyan di salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî de peyam dan û gotin “Wê îsal bibe sala azadiya Rêber Apo.”

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, bi çalakiyên cihê tên protestokirin.

Kurdistanî derbarê salvegera komployê ji ANF’ê re axivîn û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin.

‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’

Azîte Egîd: Rêber Apo yê ku bi komploya hêzên navneteweyî hatibû dîlgirtin, 22 sal in di Îmraliyê de ye. Ez hêvîdar im wê sala 2021’an bibe sala azadiya Rêber apo. Gel û gerîla wê îsal bikin sala azadiya Rêber Apo. Dem dema azadiyê ye

Dayê Kurdistan: Rêber Apo 23 sal in di bi tecrîdê ye. Hêvîdar im wê gelê Kurd di demeke nêz de rabe ser pêyan û dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bîne.Rêber Apo, rêberê mirovayetî, azadî û demokrasiyê ye. Heke Rêberê me azad nebe wê Kurdistan jî azad nebe. Ez hemû hêzên komploger şermezar dikim.

Em xizmên şehîdan, divê ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd zêdetir têbikoşin. Em gelekî bindest in, ji ber vê jî divê xizmetê li pergala zilmkar nekin. Dem dema azadiyê ye, bijî Serok Apo, bijî gelê Kurd.

Şahîn Xorasanî: Ez komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, mirovayetî û gelên bindest şermezar dikim. Pergala kapîtalîst ji bo doza Kurdan çareser neke, Rêber Apo dîl girtin. Ji bo azadiya Rêber Apo divê her kes peywira xwe bi cih bîne. Li dijî netewe dewletê em dikarin sala 2021’an bikin sala azadiya Rêber Apo.

Mamoste Xembar: Tecrîda li ser Rêber Apo, li dijî hemû parçeyên Kurdistanê û alîgirên azadiyê yên Rojhilata Navîn e. Komploya li dijî Rêber Apo li dijî fikr û felsefeya wî pêk hatiye.

Lê nekarîn dengê Rêber Apo kêm bikin, berevajî wê fikra Rêber Apo geştir bû. Di vê pêvajoyê de divê her kes dest bidin hev û tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin.

Zehra Rojhilatî: Ez hêvîdar im wê sala 2021’an bibe sala azadiya Rêber Apo. Dem dema azadiyê ye.