Delîla Yûsûf qala çalakiyên sûîqestê kir

Ji gerîlayên jin ku zêdeyî 6 meh in bi çekên giran, çalakiyên xweberdana nav û sûîqestê bi ser hêzên dagirker ên dewleta Tirk ve diçin; gerîla Delîla Yûsûf qala çalakiyên sûîqestê kir.

Berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi pêşengiya gerîlayên jin û bi çalakiyên wan dewam dike. Gerîlayên YJA Starê yên li Avaşînê şer dikin, xwe amade dikin ku meha 6'an a berxwedanê pêşwazî bikin. Li gel pêşengiya ji çalakiyên giştî re her wiha çalakiyên xweser jî dikin.

Gerîlaya YJA Starê Delîla Yûsûf ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de tevlî berxwedana li Avaşînê bûye, ji ANF'ê re qala çalakiyên sûîqestê yên li qada Mervanosê û detayên berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê kir.

ŞEHADET BÛNE SEDEMA HÊRSEKE MEZIN

"Dijmin destpêkê giranî dabû ser qadên Mervanos û Mamreşo. Li qada Mamreşo dijmin xwest darbeyê lê bixe, lê belê hevalên li wê derê bersiv dan û li pêşberî lehengiya hevalên li wê derê dijmin bêçare ma. Piştre li hemberî 7 hevalên me yê li wir gaza kîmyewî hate bikaranîn. Ew heval li Mamreşo şehîd bûn. Dema ku li qada Mervanosê jî êrişan dest pê kir, ji bo bersiv jê re bê dayin di serî de fermandar Ronahî, hevalên Ekîn û Asya gelek hevalên jin bi rola xwe rabûn. Şehadetên li qada Mervanosê ji bo me bû hêrseke mezin. Ji bo hilanîna tola hevalan me dixwest çalakiyan bikin. Ez bi xwe wê demê li Mervanosê sekvan bûm û li ser liv û tevgera dijmin me keşif dikir. Mîna ku hevalê Serhad Giravî got, em li dijmin digeriyan, lê dijmin hate ber lingê me. Wê demê em jî di tunelên şer ên li wir de bûn. Qada li wir a tunelên şer zor û zehmet bû. Leşker dema hatin vê derê, dema ku dimeşiyan jî neçar diman bi destê hev bigirin û bi vî rengî bimeşin. Wan nizanîbûn ku wê çawa bikin. Piştî şopandina liv û tevgera wan, min çalakiya destpêkê ya sûîqestê kir. Piştî vê çalakiyê leşkerên dijmin ketin panîkê û ji hev belav bûn. Ji tunelên şer dûr ketin. Avantaja me ew bû ku hem li hundirê tunelê şer hem jî li derve me li wan dixist. Gerîlayên YJA Starê êdî li dijî dijmin xwedî hêrseke ewqasî mezin bû ku hem li hundir hem jî li derve timî lê didan. Me dixwest ku dijmin ji wê qadê derxînin.

BI HURMETÎ NÊZÎ CENAZEYÊN XWE JÎ NEDIBÛN

Dijmin piştî vê çalakiya sûîqestê yekîneyên xwe yên veşartî li qadê bi cih kir. Ev der qada me bû û dema ku guhertineke biçûk jî lê bihata kirin em pê dihesiyan. Di keşfa destpêkê de me cihê wan yekîneyên veşartî tespît kir. Piştî ku diyar kir me çalakiya duyemîn a sûîqestê kir. Li vir tişta ku bala me dikişand nêzîkatiya leşkeran a li cenazeyên xwe bû. Piştî bi rojan dihatin ser cenazeyên xwe, bi erdê re kaş dikirin û bi wî rengî digirin. Me bi çavên xwe dît ku li hemberî hevalên xwe ewqasî hov û bêhurmet bûn.

ÇALAKIYÊN SÛÎQESTÊ TIRS DIXIST DILÊ WAN

Çalakiyên sûîqestê bi taybetî bandoreke giran li dijmin dikir. Nikarîbûn tespît bikin bê ew fîşek ji kîjan alî ve tê û her tim ditirsiyan. Ji ber vê yekê jî dema ku yek ji wan dimir, bi panîkê ji hev belav dibûn. Ev çalakî bûn sedem ku dijmin xwe ji wê qadê vekişîne. Hevalan hem li hundir hem jî li derveyî tunelên şer lê didan û ji ber vê yekê jî dijmin nekarî li wir bi cih bibe.