Delîla ku AKP şerê li Kurdistanê vedişêre

Dema ku em li qadên gerîla  şerê li Kurdistanê dişopînin asta şer hem dikeve ber kamereyên me hem jî yên gerîla. Ev nîşan dide bê ka AKP û artêşa TC’ê çawa hewl dide ku rastiya şer veşêre.

Desthilatdariya AKP’ê û medyaya şerê taybet ê Tirk her çendî şerê li Kurdistanê bi gotinên, ‘’em opersyonên mezin dikin, xilas dikin, dikevin kuna wan jî’ di rastiyê de raya giştî dixapîne. Destpêka demsala zivistanê Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk Suleyman Soylu seraqet digot em ê heta Nîsanê PKK’ê biqedînin û şerê psîkolojîk dikirin. Di van rojên Hezîranê de PKK xilas nebûye, berevajî li gel operasyonên ku ji zivistanê ve didome jî berxwedaneke bêhempa nîşan dide û şer gihaştiye asta herî bilind.

Li hemû eyaletên Bakurê Kurdistanê, li ser xetên sînor û Zagrosan hema hema her roj şer heye. Her çendî artêşa Tirk ji bo ku moralê leşkerên wan nekeve bin sifrê rastiya şer vedişêrin jî em nûçegihanên ku şer dişopînin û kamerayên gerîla hemû rastiya şer radixin ber çavan. Li hêlekê kamerayên gerîla hemû geşedanan di ser GERÎLA TV re didin û li hêla dî jî em nûçegihanên ANF’ê ji nêz ve hewl didin ku pêvajoya şer bidin.

ME ŞER Û QADÊN ÇALAKIYÊ PARAST

Li ser xeta sînor a Şirnex-Çelê min pêvajoyeke tije a bi komeke gerîla re şopand. Di demeke pir kurt de ez bûme şahidê çar çalakiyên berfireh ên gerîla. Çalakiyên ku medyaya Tirk bi ti rengî jî nedan wiha ne: 15’ê Gulanê gerîlayan çalakiyeke berfireh li Qilebanê bi ser qereqola Elemûnê, bi ser cihê baregeha Girê Şehîdan de anîn û di encamê de serdarek, serpelek û çawişekî pisporek hatin kuştin. Medya Tirk têkildarî vê çalakiyê got 2 leşker hatin kuştin. Ango artêş Tirk tenê yên ku bi perik bin dibêjin û yên dî jî bi peymana ku berê îmze kiribûn vedişêrin.

23’yê Gulanê em li Çelê bûn. Par li Aşûtê, li herêm Çepera Şêxa gerîla çalakiyek li dar xistibû û bi dehan leşker hatibûn kuştin. Dîmenê Kobrayê yê ku şehîdê çapemeniyê Arhat girtî hikûmeta Tirk û artêşa Tirk pûç kiribû û bi çalakiyeke serkeftî di dîrokê de cihê xwe girtibû. Em jî heman demê li wir bûn. Gerîla vê carê bi çekên giran çalakiyan dike. Me jî hem şahidiya vê çalakiyê dikir û hem jî hem jî serweriya gerîla a li ser qadê tomar dikir. Ango weke ku dibêjin gerîla xilas nebûye, berevajî vê bi her guleya ku diavêjin me bi zelalî didît bê ka leşkerên Tirk ji hêla psîkoloîk ve diketin çi halî û me ev rewş qeyd dikir.

DI DU ÇALAKIYAN DE 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja dî yanî 24’ê Gulanê em li heman cihî bûn. Gerîla dîsa bi çekên giran panzêrek kirin hedef û lêxistin. Panzêr rûxiya û 3 leşkerên tê de hatin kuştin.

Piştî bi çend rojan vê carê li dijî baregaha Zawitê ya ser sînorê Çelê çalakiyeke serketî pêk hat û 4 leşker hatin kuştin. Weke min gotî li gel ku demeke kurt mam jî li vê herêmê min 4 çalakiyên bi bandor dîtin.

LEŞKERÊN TIRK ÊN ŞAŞO MAŞO

Ji dîmenan jî diyar dibe gerîlayên Kurdistanê xilas nebûne berevajî vê bi çalakiyên serketî û bi berxwedana bêhempa psîkolojiya artêşa Tirk, serekerkaniyê, hikûmetê li bin guhê hev xistiye. Li gel ku şerekî kurt bû jî leşkerên Tirk ku nizanîbûn çi bi serê wan hatiye bi vir de û wê de direvin û tenê li mewziyeke asê  digerin da ku xwe bavêjin û tiştekî dî jî nakin.

Her wiha sîstema şer a gerîla dewleta AKP’ê jî her roj pûç dike. Her yekîneya gerîla bi kamerayên biçûk ên destan çalakiyên xwe, şer qey dikini û bi di organa weşanê ya GERÎLA TV de diweşînin.