Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî serdana Baroya Amedê kir

Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtinan dike, li Amedê piştî rêxistinên çapemeniyê serdana Baroya Amedê kir.

Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin, li Amedê serdanên xwe didomîne. Delegasyonê hevdîtinên xwe bi serdana Baroya Amedê temam kir. Delegasyon ji hêla Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û endamên Desteya Rêveber ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de ji ewil Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û pirsên şandeyê bersivand. Şandeyê got ku wan danişîna rojnameger Dîcle Muftuoglû dişopand û têkildarî zehmetiyên ku parêzer di dozên polîtîk de dijîn ji Eren pirs kir. Eren, anî ziman ku nêzikatiya darazê ya di dozên polîtîk de li gorî nêzikatiya îktîdarê ya di meseleya kurd de ye. Eren, pêvajoya 2013-2015’an bi bîr xist û got ku nêzikatiya darazê ya wê demê ya li hemberî dozên siyasî cuda bû. Eren, wiha domand: “Heke di meseleya kurd de rewşekî erênî hebe, daraz jî erênî nêz dibe. Dema pêvajo dijwar dibe jî ew jî diguherin.”

Eren, da zanîn ku di dozên polîtîk de hêmayeke darizandinê ya cuda û “taybet” heye û qala dadgehên “taybet” kir. Eren,  wiha pê de çû: “Ev nêzikatiya li hemberî dosyayên dozê, her wiha nêzikatiya li hemberî parêzer jî diguherîne.”

Eren, bi bîr xist ku baroya herî zêde tê sûcdarkirin, herî zêde endamên wê hatine girtin û biçavkirin Baroya Amedê ye û wiha pê de çû: “Ji ber ku baroya herî zêde neçareserkirina pirsgirêka kurd bi îktîdarê dide hîskirin, Baroya Amedê ye. Niha 85 endamên baroya me tên darizandin. Baroya Amedê bi xwe û endamên lijneya rêveber ji ber raporên amade kirine û xebatên xwe tên darizandin.” Her wiha Eren, qala “şahidên nepen” û biryara “bisînorkirinê” ya di dozên polîtîk de ji şandeyê re vegot.

Serdanên şandeyê yên li Amedê bi dawî bûn. Dê şande hevdîtinên xwe sibe li Stenbolê bidomîne.