Deh hezarên beşdarî Newroz Cizîrê bûn: Bijî berxwedana Cizîrê!
Pîrozbahıya Newrozê ya ku bi beşdariya deh hezar Kurdistaniyan a li Cizîrê bi dirûşma “Bijî Berxwedana Cizîrê” bi meşa lidar xistî bi dawî bû.
Pîrozbahıya Newrozê ya ku bi beşdariya deh hezar Kurdistaniyan a li Cizîrê bi dirûşma “Bijî Berxwedana Cizîrê” bi meşa lidar xistî bi dawî bû.
Newroza bi renga reng a di saetên sibehê de destpê kir bi helbestên Mem Ararat re bi dawî bû. Parlemetera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Bûldan a ku di pîrozbahiyê de axivî, bal kişand ser êrîşên li ser Cizîrê. Bûldan diyar kir ku mirovên ku taxên wan hatine hilweşandin hê jî li ser lingan e, tevî hemû êrîşan jî hê jî gel xwedî li berxwedana Newrozê derdikevin. Bûldan a ku destnîşan kir ku di serî de Cizîr li ser vê erdnîgariyê gelek êş hatin kişandin wiha got: “Gel tevî, êş, êrîş, qetilkirinê îro qad tijî kirin. Peyama ku li ser lingane bi vekirî diyar kir. Weke Şoreşger Kawa li dijî Dahaqan bin nakeve carekî din da nîşandan.”
Bûldan bi gotina Mehmet Tûnç ê Cizîrê got em nakevin ser çokan û nakevin jî. Bûldan bibîr xist ku Mehmet Tûnç soza berxwedanê dabû, diyar kir ku gelê Kurd li ber we serî nimiz nake.
‘WÊ GELÊ ŞIRNEXÊ BÊJE NA’
Bûldan diyar kir ku qedexe û hilweşînê ti tişt bi dest nexist, girtina 13 parlemeterên HDP’ê û xespkirina şaredariyan ti çareserî ne anî. Bûldan laçika spî girt destê xwe û bilind kir û got: “Ev ji bo we payama aştiyê” ye. Bûldan destnîşan kir ku wê gelê Şirnexê di referandûmê de ji bo vê sîstemê wê bêje Na. Bûldan diyar kir ku dema di sindoqan de ‘NA’ derket wê înkar û helandin bi dawî bibe û got: “Wê her kes azad bibe, parlemeterên me û hevşaredarên me ji girtîgehan bê derxistin.”
Piştî axaftinên Bûldan Mem Ararat derket ser dikê. Girseyê li gel helbestên Ararat govend gerandin. Mem Ararat diyar kir ku hatina wî ya Cizîrê ji bo wî serbilindî û serfiraziye, helbesta li ser Mehmet Tûnç û Memîle Çagirgan taybet amadekiribû xwend. Piştî helbestên Ararat komîteya amadekariya Newrozê kesên beşdarî şahiyê bibûn silav kirin û bername bi dawî bû.
GEL BI DIRÛŞMAN VE BER BI NAVENDA BAJÊR VE MEŞIYAN
Bi hezaran Kurdistaniyên li qadê bi dirûşma “Bijî Berxwedana Cizîrê” ber bi navenda bajêr ve ketin meşê. Girseya ku li ser hewldanên lêgerîna polîsan bi dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” qîr kirin û bendên kontrolê şikandin, jinan jî tilîlî dan. Dema ku girse gihişte ser Rêya Dîrokî ya Îpekyolûyê bi dehan wesayîtên li ser rê jî bi kornayan piştgirî kirin. Polîsên ku li ser rêya anonsên belav bibin li gel kirin jî lê gel belav nebûn, meşa xwe domandin. Girseya ku li ser rêya Pira Kevin di bin dorpêça polîsan de heta ketin bajêr, dema ku gihiştin Dortyolê belav bûn.