Dede: Serketina di hilbijartinê de têrê nake

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede got, heta ku tecrîd ji holê neyê rakirin û atmosfereke nû ya aştiyê neyê afirandin, serketina di hilbijartinê de têrê nake.

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede diyar kir, xebatên wan ên hilbijartinê û daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê li hev tên û got, ew karê xwe di vê çarçoveyê de dimeşînin.

Dede ji ANF'ê re axivî û diyar kir, li bajarên Kurdan li şûna AKP'ê dewlet tevlî hilbijartinê bûye û hemû rê û rêbazên xwe yên zordariyê seferber kiriye. Dede anî ziman, tevî astengiyan hemûyan ew karê xwe yê ji bo hilbijartinê didomînin û got, "Karê me yê ji bo hilbijartinê li 13 bajaran dewam dike. Hevalên me li her cihî xwe digihînin gel. Em li hemberî dewletê têdikoşin. Walî û qeymeqam gefê li keya û esnafan dixwin û zextê li wan dikin ku dengê xwe bidin tifaqa AKP-MHP'ê. Li gel vê yekê jî eleqeya ji bo HDP'ê gelekî zêde ye."

ROJEVA ME TECRÎD Û BERXWEDAN E

Dede destnîşan kir ku rojeva wan a herî girîng, tecrîd û berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ye û got, "Ev berxwedana ku her mezin dibe, ji bo me gelekî girîng e. Xebatên me yên hilbijartinê û daxwazên hevalên me yên di grevên birçîbûnê de ne li hev tên."

'HETA KU TECRÎD NEYÊ RAKIRIN WÊ MAYINDE NEBE'

Umît Dede di dewama axaftina xwe de got, "Serketina di hilbijartinê de bi tena serê xwe têrê nake. Demokratîkbûna Tirkiyeyê, afirandina atmosfereke aştî û danûstandinan ji armancên me yên bingehîn e. Şertê destpêkê yê demokratîkkirina Tirkiyeyê û pêşîvekirina li aştiyê, bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Em karê xwe di vê çarçoveyê de dikin. Di hilbijartinên 31'ê Adarê de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî di nav de em ê 14 şaredariyan bi dest bixin. Yê ku di 31'ê Adarê de bi ser bikeve wê teqez HDP be."