Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir. Her wiha ji bo xwepêşandana li bajarê Koln ê Almanyayê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê de hate ragihandin ku Rêber Ocalan ji bo çareseriyeke siyasî û demokratîk ji pirsgirêka Kurd re bibîne berê xwe da Ewropayê, lê belê dewletên giregir ên cîhanê nekarîn xwe li vê rabigirin.

Hate bibîrxistin ku di encama komployeke navneteweyî de Ocalan dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku felsefe, bîrdozî û danezana Rêber Ocalan di mijarên civakî, polîtîk û dîrokî de yekane rêya çareserî û xeta hêviyê ye û ev bang li hemû bawerî, ol û gelên bindest hate kirin:

"Vê neheqiya mezin a navdewletî ya li Birêz Ocalan hatiye kirin şermezar bikin. Li dora bîr û baweriya xwe, helwesta demokratîk nîşan bidin."

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê işaret bi tecrîda giran a li Îmraliyê jî kir ku 43 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Ocalan nayê wergirtin û xwest, tavilê hevdîtin pê re bê kirin.

Ji bo vê jî bang li her kesî jî hate kirin ku bi ruhê seferberiyê beşdarî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bibin.

Bi taybetî jî hate xwestin ku di 16'ê Mijdarê de bi sed hezaran kes tevlî meş û mîtînga li bajarê Koln ê Almanyayê bibin.