DBP: Wê Kurd bi yekîtiya neteweyî bi ser bikevin

DBP’ê diyar kir ku wê pergaleke bêstatuyê qebûl nekin û ew ê Kurd bi yekîtiya neteweyî bi ser bikevin.

Di daxuyaniya nivîskî de ya ku îro Lijneya Rêver a Navendî ya DBP’ê belav kir ev tişt hatin diyar kirin “Erdnîgariya Rojhilata Navîn di sedsala 21’emîn de bûye şahida şer û rûxandinên mezin. Gelên li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn dijîn, tim rastî komkujî û polîtîkayên îstîsmar ên dewletên serdest hatine. Ev polîtîka hîna jî didome.”    

BALKIŞANDINÊN LI SER ‘PERGALA KONFEDERAL’ Û ‘YEKITIYA NETEWEYÎ’

Di berdewamiya encamnameyê de wiha hat gotin:

 “Feraseta netew dewlet a li ser komkujiya gelan hebûna xwe dide avakirin, Kurdistan bi sînorên çêkirî kirine çar parçe û daxwaza statu û azadiya gelê Kurd a li ser erdnîgariya cîhanê hatin belav kirin, qebûl nakin. Ji bo şoreşa Rojava, vîna gelê Kurd têk bibin, hin alî di nav hewldanan de ne. Bi vîna hemû gelên herêmê pergala li Rojava ku hat pêşxistin, pergaleke wisa ye ku xwe dispêre Neteweya Demokratîk. Gelê Kurd ku yek ji gelên qedîm ên Rojhilata Navîn e, êdî wê li çar parçeyên Kurdistanê, di sedsala 21’emîn de bêstatu nejî.

Em diyar dikin ku ji lêgerîna çareseriyê ya ku tenê parçeyekî esas digire wêdetir, em bawer dikin ku lêgerîna çareseriyê ya di çarçoveya Yekîtîya Neteweyî de wê di sedsala 21’emîn de destkeftiyan ji Kurdan re bîne. Ji bo ku yekîtiya neteweyî ava bibe û civata kongreya neteweyî bê lidarxistin, em bang li hemû rêxistinên Kurdistanî dikin ku hewl bidin.”