DBP: Li Efrînê jî wê têk biçin

DBP'ê diyar kir ku dewleta Tirk li pêşberî berxwedana li Efrînê nikare bi pêş ve biçe û got, "Li hemberî perspektîfa modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk a gelê Kurd wê careke din têk biçin. 

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), encamnameya civîna xwe ya Meclîsa Partiyê eşkere kir ku 27'ê Sibatê li Amedê pêk anî bû.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku rewşa siyasî û rêxistinî ya li Kurdistanê hatiye nirxandin û li dîlgirtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan û operasyonên qirkirina siyasî biryar hatiye dayin ku têkoşîn bê geşkirin.

Di encamnameyê de bal hate kişandin ser berxwedana gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku 40 roj li pey xwe hişt û hate gotin, "Faşîzma AKP-MHP ji roja destpêkê ve xwestiye tevî çeteyên xwe yên li Sûriyeyê destketiyên şoreşa Rojava tasfiye bike û komploya navneteweyî bi ser bixîne. Lê belê mîna li Kobanê, îro li Efrînê jî bi berxwedana mezin a gelê Efrînê hê di gava destpêkê de pêşî li hesabê wan hatiye girtin. Gotin, 'Em ê sê rojan, hefteyekê wê derê serûbin bikin, em ê biqedînin'. Lê şerê li Efrînê zêdeyî mehekê bi berxwedaneke xurt dewam dike. Hêzên mêtinger ên faşîst careke din di nava çiravê de çikiyane. Hêzên emperyalîst ên Rojhilata Navîn veguherandin gola xwînê, bi berxwedana Efrînê re wê li pêşberî perspektîfa modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk a gelê Kurd careke din têk biçin."

Di dewama encamnameyê de bal hate kişandin 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û hate gotin, "Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, weke DBP em ê tevlî kar û çalakiyên platformên jinan û hewldanên 8'ê Adarê bibin. Berxwedana ku wê jin di 8'ê Adarê de dest pê bikin, wê ji bo Newrozê bibe pir bawerî û berxwedana azadiyê ya civakê geş bike."