DBP li ber biryara desthilatdariyê ya têkildarî Salîha Aydenîz rabû

Rêveberiya DBP'ê biryara ji bo desteserkirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Salîha Aydenîz şermezar kir û got, "Em ê qada xwe ya têkoşînê mezin bikin û her hebin."

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkildarî amadekirina rapora ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya Hevseroka Giştî Salîha Aydenîz, li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyek da. Tevî endam û rêveberên HDP'ê her wiha Hevseroka Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ozum Vûrgûn jî beşdarî daxuyaniyê bû.

Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulşen Sîncar di daxuyaniyê de axivî û destpêkê Dr. Ekrem Karakaya yê doh li Konyayê hate qetilkirin û parêzer Servet Bakirtaş ê li Stenbolê hate kuştin, bi bîr anî.

Sîncar bi bîr xist ku ji zêdeyî hezar û 600 fezlekeyên ketine rojeva meclîsê hezar û 300 jê li hemberî wekîlên HDP'ê ne û anî ziman ku li dijî Salîha Aydenîz 78 fezleke radestî meclîsê hatine kirin."

'EM Ê BI SER BIKEVIN'

Sîncar her wiha rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya wekîlên DEP'ê û girtina wekîlan bi bîr xist û anî ziman ku ji hingî ve nêzîkatiya ku li hemberî Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Semra Guzel tê nîşandan di şexsê Aydenîz de jî dewam dike.

Sîncar got, "Bi hêz û morala ji gel wergirtî em ê karên xwe dewam bikin. Em meclîsê rexne dikin ku li hemberî vê yekê bêdeng e. Em zanin ku ev biryar hiqûqî nîne, siyasî ye û hewl didin têkoşîna me krîmînalîze bikin, bi vî rengî zemîna me ya ji bo siyasetê ji holê rakin. Em pêkhateyên siyaseta demokratîk, şoreşger û jin; bi hêza ji mafdariya xwe wergirtî em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Sîncar got, "Partiyên bi heman mejî çawa ku berê di tarîtiya dîrokê de tune bûn, AKP jî wê tune bibe" û wiha dewam kir, "Weke hêzên modernîteya demokratîk û avahiyên wê yên siyasî, em ê zemîna xwe ya têkoşînê mezin bikin û her hebin. Em ê bi ser bikevin."

Ozum Vûrgûn jî anî ziman ku ya hatiye kirin destdirêjiya dadgeriyê ye û destnîşan kir ku bikaranîna dadgeriyê weke çekekê nîşan dide ku dadgeriya serbixwe nîne. Ozuml Vûrgûn got, "Rakirina mafê destnedana parlamenteriyê tê wateya rakirina mafê bingeha siyasî. Êrîşên li hemberî Salîha, Semra û wekîlên din têne kirin, em wan qebûl nakin û pêwendiya xwe bi hiqûqê re nîne. Gava ku dema wê hat herî zêde wê pêwîstiya wan bi demokrasî û edaletê çêbibe."