DBP ji kongreyê re amade ye

DBP bi Kongreya Awarte a 4. ku 9’ê Tîrmehê wê pêk were, bi dirûşma "Bi civaka ronîbûyî ber bi siberoja azad ve" armanc dike ku cihokên siyaseta demokratîk a xitimî veke û kadroyên xwe bigihîne.

DBP ku di nav çarçoweya rêveberiyê herêmî û akademiya siyasetê de ji 2014’an ve karê xwe didomîne, li gel hemû zext û zordariyan, girtinan  jî 9’ê Tîrmehê  wê Kongreya Awarte a 4. pêk bîne. DBP ku di hilbijartinên herêmî yên Kurdistanê de 106 şarederî bi dest ve anîn ku xebatên siyasî didomand, piştî ku şer dest pê kir bû hedefa zext û zordariyan. Di van deh salên dawî de Endamên Desteya Rêveberiya Navendî, Meclîsa Partiyê û endam û rêveberên bajêr û navçeyan nêzî 10 hezar siyasetmedar hatine girtin.

SEBAHAT TÛNCEL DÎSA HEVSEROK E

DBP ku di pêvajoyeke wiha de kongreya xwe pêk tîne, bi dirûşma "bi civaka ronîbûyî ber bi siberoja azad ve" armanc dike ku cihokên xitimî yên siyaseta demokratîk veke û kadroyên xwe bigihîne. DBP di vê pêvajoyê de li ser 9 herêmên pîlot hewl dide ku xebatên xwe bidomîne, li van bajaran wê seferberiya perwerdehiyê bide destpêkirin. Zelal bû ku ji hêla tevgera jinê ve Hevseroka Giştî dîsa wê bibe Sebahat Tuncel, li şûna Yuksek jî tê gotin ku Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan tê were hilbijartin. Kongre roja Yekşemê li Enqerê, li New Palas Otel, Enqerê bi tevlêbûna malbatên ku zaroyên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, endamên Meclîsa Partiyê û gelek delegeyan pêk were. Alîkara Hevserokên DBP’ê Gulcîhan Şîmşek pêvajoya kongreyê û stratejiya nû ya partiya xwe ji ajansa me ANF’ê re nirxand.

'EM Ê SIYASETA XITIMÎ VEKIN'

Şîmşek got ev 2 meh in ji bo kongreyê xwebatan dikin, li 27 bajaran civîn kirine û bi vîneke xurt ber bi kongreyê ve diçin. Şîmşek diyar kir, ji bo ku ew ji pêvajoyê re bibin bersiv ew ê xebatên seferberiyê bidin destpêkirin û got: "Em dibînin ku çiqasî pêdivî bi siyaseta demokratîk heye. Em di pêvajoyeke wiha ya xitimandinê û krîzê de ne. Divê kadroyên xurt ku bikaribin rê ji  siyaseta demokratîk re vekin werin gihandin. Em pêdiviya bi vê dibînin û bi baweriya ku civaka ronîbûyî wê siberoja azad biafirîne bi rê dikevin."

'EM Ê BERXWEDANÊ GEŞTIR BIKIN'

Şîmşek ragihand, ji niha û pê de ew ê bi bi 60 meclîsên partiyê berdewam bikin û got: "Em ê li ser 2 lingan bimeşin. Bi taybetî ji bo ku em rêveberiya xwecih û dibistana perwerdehiyê vekin, me 9 bajar kirin pîlot. Em ê li Stenbol, Edene, Izmîr, Wan, Amed, Dîlok, Mêrdîn, Agirî û Êlihê seferberiya perwerdehiyê bidin destpêkirin. Bi taybetî jî em ê dibistanên xwe yên perwerdehiyê vekin, bi panêl û semîneran em ê li gorî pêdiviyên gel xebatan bikin."

Şîmşek bi bîr xist ku li dijî destketiyên Kurdan êrîşên giran hene û got DBP li Kurdistanê bi giyanekî seferber bûyî wê piştî kongreyê xebatan bikin. Şîmşek anî ziman, li Rojhilata Navîn dîzayneke nû ye, şerê cîhanê yê 3. tê jiyîn û got, "DBP di pêvajoyeke wiha de wê têbikoe. Em ê berxwedê geştir bikin."
Şîmşek diyar kir, ew bi mebesta ku têkoşînê geş bikin kongreya xwe dicivînin û got: "Statûya Kurdan, êrîşên li dijî destketin û nasnameya Kurdan sedema têkoşîna me ye. Em jî rexneya vê pêvajoyê didin û kongreya xwe em ê pêk bînin."