DBP'ê kongreya xwe ya Qoserê li dar xist

Rêxistina DBP'ê ya Qoserê 4. kongreya xwe ya awarte pêk anî û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.

Kongre li Salona Dawetê ya Saray a Qoserê pêk hat û tevî Parlamenterê Mêrdînê yê HDP'yî Alî Atalan, nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk, rêxistinên DBP'ê yên bajar û navçeyên Mêrdînê, KESK û Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî bûn.

'EM Ê HÊ BI XURTÎ TÊBIKOŞIN'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, raporên îdarî û malî hatin xwendin.

Piştre Parlamenterê HDP'yî Alî Atalan peyivî û diyar kir ku têkoşîna wan mafdar û rewa ye. Atalan got, "Siyaseta AKP'ê li dijî kurdan û îradeya siyasî ya gelê Kurd e. Dixwaze bi navê Kurdan tiştek nemîne. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin û ti carî destûrê nedin vê. Divê her kes zanibe ku Kurd li Rojhilata Navîn hêzeke xurt e û gelekî têkoşer e. Çawa ku duh me li dijî polîtîkayên tinekirinê li ber xwe dan, îro jî em li ber xwe didin, em ê hê bêhtir bi îradeyeke xurt li ber xwe bidin."

Di kongreyê de ji bo Hevserokatiya DBP'ê ya Qoserê Hidir Karataş û Mevlude Çelebî tevî rêveberiya nû hatin hlibijartin.