DBP'ê ji bo mexdûrên erdhejê banga piştgiriyê kir

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), ji bo mexdûrên erdheja hilweşîner a li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rû da, banga piştgiriyê kir.

Navenda Giştî ya Partiya Herêman Demokratîk (DBP), li ser erdheja bi şîdeta 7.3 pileyî ku duh êvarê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê û ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê rû da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DBP'ê destnîşan kir ku ji ber rûdana erdhejê ew gelekî xemgîn in û bi bîr xist, mixabin heta niha bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dane û ew bi fikar in ku hejmar zêde bibe.

Di daxuyaniya Navenda Giştî ya DBP'ê de bang li gelê Kurd ê li Kudistanê, bi taybetî jî yên li Ewropayê kir ku piştgiriya erdhejzedeyan bikin û got, "Roj roja yekîtiyê, roja hevxemiyê ye. Em êşa gelê xwe yê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji dil parve dikin. Bila rehma Xwedê li welatiyên me yên jiyana xwe dane be, ji birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin."