Dayikên Licê û Bismilê çalakiya rûniştinê pêk anîn

Dayikên girtiyan ên li Lice û Bismilê yên Amedê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Dayikên girtina li navçeya Lice û Bismilê tevî astengiyên polîsan jî îro jî daketin kolanan. Dayikên girtiyan ên li Licê çalakiya xwe ya rûniştinê ya li parkekê dabû destpêkirin didomîne. Dayikên hatin ba hev çalakiya rûniştinê bi qasî saetekê domandin. Polîsên ku dor li dayikan girtin, rê nedan ku dayik dirûşman qîr bikin.

Xizmên girtiyan ên li Bismilê jî li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê daxuyaniyek dan. Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer jî tevlî daxuyaniyê bû. Rêveberê HDP’ê Şakir Demîr bal kişand ku grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven destpêkir û 7 hezar girtiyan didome, daxwazên wan rewan e. Demîr got: “Daxwazên me hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ye. Eger malbat û parêzer biçin Birêz Ocalan bibînin wê ev grev bi dawî bibin.”