Dayikên girtiyan ên Cizîrî bang kirin: Dest bi din destê hev!

Dayikên girtiyan li navçeya Cizîr a Şirnexê hatin ba hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Dayikan qert ji bo girtiyan şandin.

Dayikên girtiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne li Cizîrê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyanî li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate dayîn.

Dayikên ji navenda Şirnex, Silopiya, Hezex û deverên din hatin, dayik bi laçikên xwe yên spî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de dayikan wêneyên zarokên xwe yên li girtîgehan hildan û dayika Osman Beytûr ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê di grevê de ye Hatîce Beytûr axivî.

Beytûr got: “Em dest bi din hev da ku daxwazên zarokên em pêk bên.” Beytûr anî ziman ku ew aştiyê dixwazin û got: “Em destê aştiyê dirêj bikin.”

HDP İl Eşbaşkanı Zeki İrmez, açlık grevindeki tutsakların annelerine dönük tavrın kabul edilemez olduğunu belirterek, “HDP olarak açlık grevinde olanların arkasındayız. Siyasetin tıkanmışlığının önünü açacak tek meşru talep budur. Tecridin kaldırılmasıyla tıkanmış siyasetin önünü açılmış olacaktır” dedi.

Piştî daxuyaniyê dayikan xwest heta ber derê avahiya Teşkîlata Telgiraf û Postayê (PTT) bimeşin. Dayikan xwestin li vir qert ji bo girtiyan bişînin lê polîsan ew astengkirin, rê nedan ku ew bimeşin. Li ser rênedayîna dayikan, demekê dayikan çalakiya rûniştinê li hermê kirin.

Li ser gef û astengiyên polîsan demekê dayik li vir rawestiyan. Dayikan piştre derbasî avahiya PTT’ê bûn û ji bo girtiyan qert şandin.