Dayikên girtiyan  cejna zarokên xwe û HDP'ê pîroz kirin

Dayikên  ku li Gebzeyê li dijî tecrîdê li ber xwe didan, serdana zarokên xwe yên girtî kirin. Li Edene jî HDP'yî cejna dayikên girtiyên ên berxwedêr pîroz kirin.

STENBOL

Dayikên ku li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê bi rojan li dijî tecrîdê û zarokên xwe li ber xwe didan, ji ber cejna remezanê serdana zarokên xwe kirin. Dayik berê sibehê hatin girtîgehê û zarokên xwe dîtin. Malbat piştî serdanê çûne avahiya naçeyê ya Gebze ya HDP'ê. Li gel dayikan Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum û Hevserokê Bajêr ê Stenbolê yê HDP'ê Cengîz Çîçek jî hebûn, li avahiya navçeyê cejna gel hate pîrozkirin.

EDENE
Rêxistina Bajêr a Edene ya HDP'ê û parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari ji bo Cejna Remezanê serdana malbatên girtiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê kirin. di serdanê de TUAYDER, HDK, DBP û MKM'yî jî hebûn, yek bi yek serdana malan kirin û cejna malbatan pîroz kirin. Hatîmogullari diyar kir bi berxwedana birûmeta a girtiyan tecrîda li Imraliyê hatiye şikadnin û ew li berxwedana birûmeta girtiyan û li têkoşîna wan xwedî dertên û têdikoşin.

HDP'yiyan û Hatîmogullari her wiha serdana wan malbatan kirin ku zarokên wan di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne.