Dayikên Aştiyê yên Rojhilatî silav dan berxwedana Efrînê
Dayikên Aştiyê yên ji Rojhilatê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê, silav dan berxwedana Efrînê.
Dayikên Aştiyê yên ji Rojhilatê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê, silav dan berxwedana Efrînê.
Dayikên Aştiyê yên li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi wesîleya salvegera şehadeta gerîlayên PJAK'ê Ferzad Kerîmî (Hêja Medya), Bêrîvan Hejar û Şiyar Van li hev civiyan.
Dayik li mala Kerîmî li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin. Di merasîma bîranînê de berxwedana hêzên QSD, YPG/YPJ û gelê Efrînê hat silavkirin.