Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan Leyla Guven

Dayikên Şemiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan grevên birçîbûnê yên Leyla Guven û girtiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê.

Greva birçîbûna ya bêdawî û bêdorveger a Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye roja xwe ya 74'emîn. Doh komelek ji Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê li hev kom bûn û piştgiriya xwe bi grevên birçîbûnê yê Leyla Guven û girtiyên siyasî li Bakurê Kurdistanê eşkere kirin.

Civata Dayikên Aştiyê bi deqeyeke bêdengî ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Piştre Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de dayikan ragihandin ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û hemû berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Kurdistanê û derveyî welat.