Dayikên Aştiyê yên Mexmûr dawî li çalakiya xwe anî

Dayikên Aştiyê yên Mexmûr ku li pêşiya benda kontrolê ya Asayîşa PDK’ê li dijî ambargoyê 27 roj bûn di çalakiya rûniştinê de bûn, dawî li çalakiya xwe anîne. Dayikan ragihandin ku wê bi rêbazên cuda têkoşîna xwe ya li dijî ambargoyê bidomînin.

Li Hewlêrê piştî bûyera 17’ê Tîrmehê li restoranta Hoqqbaz a endamekî MÎT’ê bi navê Osman Kose jî di nav de 3 endamên MÎT’ê hatibû kuştin û şûnde, Asayîşa PDK’ê û rêveberiya PDK’ê rê li welatiyên Mexmûrê girtibû.

Ji êrîşê û vir ve 72 roj in ambargoyek li ser Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hatibû danîn.

Dayikên ku ji 1’ê Îlonê û vir ve li dijî ambargoyê li benda Asayîşa PDK’ê di çalakiya rûniştinê de bûn, bi rojan tevî hemû zorî û zehmetiyan têkoşîna xwe domandin.

Dayikên Aştiyê yên 27 rojan çalakiya xwe domandin, îro bi daxuyaniyeke çapameniyê ragihandin ku dawî li çalakiya xwe anîn.

Li ser navê Dayikên Aştiyê endam Meclîsa Îştar Nûran Sezgîn daxuyanî da çapemeniyê û ragihand ku xelkê Mexmûrê yên ji ber zilim û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk 26 sal in li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe didin 72 roj in di bin ambargoyê de ne. Sezgîn got: “Xelkê Mexmûrê îro jî di bin êrîş û ambargoya AKP’ê û hevkarê wê PDK’ê de ye.

Li dijî ambargoya bi destê PDK’ê ya li ser xelkê Mexmûrê Dayikên Aştiyê ev 27 roj bûn li benda kontrolê ya Asayîşa PDK’ê ya navbera Mexmûr û Hewlêrê de çalakiya rûniştinê pêk anîbû. Dayikên Atşiyê dawî li çalakiya xwe anîn. Sedemê dawîanîna çalakiyê jî bersivnedayna daxwazên PDK’ê û dîsa zextên li dijî dayikan e. Em çalakiya xwe ya li vir bi dawî dikin, lê wê têkoşîna me bi çalakî û aktivîteyên me bi şêwazên cuda bidome.”

Dayikên Aştiyê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bimre xiyanet’ çalakiya xwe bi dawî kirin.

Dayikên Aştiyê piştî daxuyanî dan ji ber benda kontrolê ya PDK’ê bi meşê ber bi wargeha Mexmûr ve ketin rê.

Li Mexmûrê zêdetirî 13 hezar kes lê dijî. Li ser kampa ku tim dibe hedefa êrîş û zextan 6'ê Kanûna 2017 û 13'ê Kanûna 2018'an balafirên şer bombe li ser barandin. Di van êrîşan de 8 sivîl hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Herî dawî jî 19'ê Tîrmehê dîsa balafirên şer bombe li sivîlan barandin. Di vê êrîşê de 2 sivîl birîndar bûn. Hema piştî vê Rêveberiya PDK'ê gelek kes destgîrkirin û rê li çûn û hatina wargehê girt.