Dayikên Aştiyê yên li Wanê: Em ê bi ser bikevin

Dayikên Aştiyê beşdarî Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê bûn ku li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î pêk tê û diyar kirin, wê teqez bi ser bikevin.

Nobeda demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î dest pê kir 42 roj in didome.

Çalakiya li Wanê li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê pêk tê.

Parlamenterên HDP'ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Mensûr Işik, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr, endamên Dayikên Aştiyê yên Gever û Wanê beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Umît Dede destnîşan kir, ku 42 roj in li dijî darbeya siyasî li ber xwe didin.

Bi navê Dayikên Aştiyê yên Geverê jî Naciye Îke axivî û diyar kir ku kesên ji xwe re 'demokrat im' dibêjin divê li dijî vê neheqiyê rawestin.

Naciye Îke got, "Îradeya me ji destê me wergirtin, me bi îradeya xwe bi zor û zehmetiyê ev şaredarî wergirtin. Me zehmetiyên mezin kişandin. Gelo ewqas heqaret ne bes e? Demokratên li nava vê civakê bila piştgiriyê bidin me. Em êdî nizanin ku çi bêjin. Em mirovên vê xakê ne. Ji berxwedêran re serketinê dixwazim. Serketin a me ye. Çi dikin bila bikin em ê teqez bi ser bikevin."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê bi dawî bû.